Cîgirên Koma Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Îdrîs Baluken û Çaglar Demirel derbarê banga Neteweyên Yekbûyî ku li Cizîrê daxwaza lêkolînek bêalî kiribûn de, daxuyaniyeke nivîskî dan.
Di wê daxuyaniya HDPê de hat ragihandin ku di çarçoveya daxwaza NYê de, divê destûr ji heyetê re bê dayîn ku derbarê îxlalkirina mafê mirovan de, li Cizîrê lêkolîn were kirin.
Komîserê Bilind a Mafê Mirovan ya NYê Zeîd Raad al-Husseîn di daxuyaniya xwe ya duh de ji bo îxlalkirinên mafê mirovan ku hêzên ewlehiyê pêk anîne werin lêkolînkirin, bangê li Tirkiyeyê kir ku bo heyetê destûr were dayîn.
Li navçeya Cizîrê ya Şirnexê di encama qedexeya dawî de 251 kesan jiyana xwe ji dest dan. Ji kesên ku jiyana xwe ji dest dane heta niha nasnameyên 173 ji wan diyar bûn.
“Îşkence, tundî, binçavkirinên kêfane”
Bi kurtasî daxuyaniya Baluken û Demirel bi vî rengî ye:
“Komîserê Bilind di daxuyaniya xwe de ragihand ku divê dewlet li hemberî hiqûqa navneteweyî rêz bigire. Îşkence, tundî, binçavkirinên kêfane û înfaz ku dewletê di operasyonan de pêk anîye, li gorî hiqûqa navneteweyî qedexe ye.”
“Him li Cizîrê him jî li tevahiya herêmê ku qedexeya derketina derve lê pêk tê, binpêkirina mafê mirovan ji hêla hêzên dewletê ve dewam dike.”
“ Ji bo kuştin û hilşandina li Cizîrê û hemû deverên ku dorpêça dewletê lê berdewam dike ji her aliyê ve were lêkolînkirin, divê ji heyata NYê re destûr bê dayîn.”
Ji bo Cizîrê 2 pêşnûme
Parlementerê HDPê yê Şirnexê Ferhat Encu ji bo wezîrê karên derve û yê karên hundir bibersivînin, 2 pêşnûmeyan da meclisê.
Encu, ji Wezîrê Karên Derve Mevlut Çavuşoglû vê pirsê pirsî: ‘Ji çend saziyên navneteweyî bo ziyaretkirina bajêr û navçeyên ku lê qedexe didomin serî wezareta we dane?”
Encu, ji Wezîrê Karên Hundir Efkan Ala jî vê pirsê pirsî: ‘Kîjan heyetên ji saziyên navnetewî ji bo lêkolînkirina li bajêr û navçeyên lê qedexe didomin, serî li wezareta we dane? Hejmara kesên ku bi hinceta îxlalkirina mafê jiyanê, înfaz û îşkenceyê serî li dozgeriyê dane, çend e?”
Li Cizîrê çi bûbû? |
Wezîrê Karên Hundir Efgan Ala diyar kiribû ku li navçeya Cizîrê ya Şirnexê qedexeya ku di 14ê Kanûna 2015an de dest pê kiribû, di 11ê Sibatê bi dawî bû. Lêbelê li navçeyê qedexe heta 2ê Adarê dewam kir û heta wê demê hatin-çûyîna navçeyê hatibû qedexekirin. Piştî 2ê Adarê biryara qedexeyê ji nû ve hat sererastkirin û ew qedexe tenê êvaran pêk dihat. Piştî ku li navçeyê qedexe hat rakirin, di bin kavilê 3 bînayên li taxên Sûr û Cûdiyê de 25 ji wan zarok cenazeyê 177 kesan hatin derxistin. 74 cenaze bêyî ku nasnameya wan werin eşkerekirin, hatin definkirin. |