Ji bo nûçeya tirkî bitikîne
Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) daxuyaniyeke nivîskî ji bo êrîşa DAIŞê ya li ser Girtîgeha Sinaayê ya li Hesekê weşandiye.
Hevberdevkên Komîsyona Têkiliyên Kar û Barên Derve ya HDPyê, Feleknas Ûca û Hişyar Ozsoyî daxuyanî li ser navê HDPyê weşandine û tê de gotine, “Bila lêkolîna hêzên li pişt êrîşa DAIŞê ya li Hesekê bibe.”
Di 20ê Kanûna Paşiyê DAIŞê êrîş biribû li ser Girtîgeha Sînaayê ya li Taxwa Xiwêran a li Hesekê. Ji wê rojê ve ye di navbera DAIŞiyan û hêzên HSDyê de şer û pevçûn heye.
Bixwîne - Li Rojavayê ji ber şerê bi DAIŞyê re, derketina derve wê 7 rojan qedexe be
SIHAyan êrîşî hêzên alîkar kiriye
Beşek ji daxuyaniya HDPyê wiha ye:
“Ne mimkun e ku DAIŞa li Sûriyeyê, ya di dema şerê berdewam dike de sûcên herî giran ên li dijî mirovahiyê kiriye, bi tena serê xwe plana vê êrîşê bike û wê birêxistin bike. Her çend beşeke zêde a êrîşê hatibe kontrolkirin jî, DAIŞ bi piştgiriya hêzên tarî, li dijî gelên herêmî hîna jî xetereyeke mezin e.
"Li gorî zanyariyên ku di medyayê de hatine weşandin, endamên DAIŞê yên êrîş pêk anîne, ji herêmên di bin kontrola TSKyê (Hêzên Çekdar ên Tirkan) re derbas bûne û hin çekên hitine bidestxistin yên NATOyê ne.
"Her wiha hêzên ji bo êrîşê têk bibin ji Kobaniyê derketine rê, SIHAyan (Balafirên Bêmirov ên Biçek) êrîşî wan kiriye û ev jî tê wê wateyê ku piştgiriya asmanî dane DAIŞê.
"Em di serî de berpirsiyariya Tirkiye û welatên endam ên NATOYê bibîr dixin ku bila plana li pişt vê planê ronî bikin û lêpirsîna wan îdiayan bikin ku çapemeniyê nivîsîne.
"Ji bo welatiyên xwe yên di nava DAIŞê de ne, malbatên wan û zarokên wan werbigirin û dadgeh bikin, bang li welatiyen hatiye kirin lê heta niha zêde bersiva vî tiştî nehatiye dayîn. Tê zanîn ku li girtîgeha DAIŞê êrîş biriye ser, 850 zarok lê hene. Ewlehiya jiyanê ya nêzîkî 5 hezar welatiyên welatîn cida ne tenê berpirsiyariya HSDyê ye, her weha ya welatên mixatab e jî.”
Rêveberiya Xweser Tirkiye tohmet kiriye
Rêveberiya Xweser jî bi daxuyaniyeke nivîskî îdia kiriye ku "tiliya dewleta tirk tê de heye."
Rêveberiyê di daxuyaniya xwe de wiha gotiye: “Êrişa li dijî Girtîgeha Sînaayê ku girtiyên DAIŞî tê de ne bi plankirî hat kirin û xwedî armancên mezin in. Yekser tiliya dewleta Tirk tê de heye. Li gorî agahiyên belgekirî, dewleta Tirk dixwaze aramiya herêmê têk bibe û DAIŞê zindî bike da ku planên xwe yên kirêt pêk bîne. Ji ber hevkariya bi vê planê re divê cîhan hesabê ji dewleta Tirk bipirse. Nexwe dê DAIŞ berê xwe bide her kesî û bibe sedema aloziyê. Ji bo tunekirina DAIŞê hewcehî bi hevkariyeke domdar a qada navneteweyî heye. Hêzên me yên berxwedêr ev plan têk bir û destanên lehengiyê nivîsandin. Bi ser ketin lê ji bo parastina sivîlan û binesaziya herêmê bi baldarî tevdigerin."
Fotograf: Twitter
HSD: 250 DAIŞiyên din xwe radest kirin
Navenda Ragihandinê ya Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) îro bi daxuyaniyekê aşkere kiriye ku 250 çekdarên din ên DAIŞê xwe radestî wan kirine.
Di daxuyaniya HSDyê de hatiye gotin ku “Hejmara çeteyên DAIŞê yên ku li zindana Sinaa ya Hesekê xwe radestî hêzên me kirin, gihişt 550 çeteyan, piştî ku îro danê sibê 250 çeteyên din neçar man xwe radest bikin, ji ber ku hêzên me bi tundî û deqîq derbên giran li avahiyekê xistin ku wan xwe di nav de li hundirê girtîgehê veşartibûn.”
Hêzên Sûriyeya Demokratîk herwiha îro di daxuyaniyeke din de aşkere kirin, hêzên wan 9 karmendên girtîgeha Sinaa ya li taxa Xiwêran a Hesekê ji destê DAIŞê rizgar kirine û di berdewamiya operasyonên xwe de li taxên Xiwêran, Zihûr û derdora çemê Xabûr li başûrê Hesekê 17 çekdarên DAIŞê kuştine.
HSDyê du roj beriya niha ragihandibû, di şerê 3 rojan de 175 çekdarên DAIŞê hatine kuştin û 27 şervanên wan mirine.
Çi bûbû?
Di 20ê Kanûna Paşiyê ya 2022an de, zêdetirî 100 çekdarên DAIŞyê bi ser Girtîgeha Xiwêranê ya bajarê Hesekê girtibûn û ji wê demê ve şer û pevçûn di navbera wan û hêzên HSDyê de berdewam e. Çekdaran bi sedan dîlên DAIŞî azad kirine.
Ji wê rojê û vir ve şer û pevçûn li girtîgeha Hesekê û derdora wê berdewam dikin û şervanê HSDyê taxa Xuwêran derdora wê bi temamî dorpêç kirine û hewl didin rewşê kontrol bikin.
HSDyê di daxuyaniya xwe ya duh de behsa hin detayên êrîşê jî kiriye: "Li gor îtirafên hinek çeteyên êrişkar ên hatine girtin, tê gotin ku di van êrişan de herî kêm 200 çeteyên xwekûj cih girtine û hinek ji van çeteyan ji Serêkaniyê û Til Ebyadê û hinek ji wan jî ji milê Iraqê hatine û van çeteyan xwe di Taxa Xwêran de bi cih kiriye. Piştî amadekariyên 6 mehan, di roja 20ê Kanûnê de, saet derdora 19:30an, bi seyareyên bombebarkirî êrişa li ser girtîgehê pêk anîn. Bi êrişan ve çeteyên di girtîgehê de jî êrişê karmendên girtîgehê yên wekî tendûristî, xwarinpêj û ewlekariyê kirine û hewl dane birevin. Di derbarê aqûbeta van karmendên me de hîn jî agahiyên zelal nehatine bi dest xistin. Hewildana çeteyan ya revê piranî bê encam hat hiştin, lê belê hinek çeteyan karîbûn ku xwe bigihînin bînayeta Faqûlteya Îqtîsatê ya li kêlaka girtîgehê. Lê belê hêzên me derdora girtîgehê û herêmê xistin bin kontrolê. Lê esas şerê dijwar bi şaneyên ku ji derve de êriş dikirin pêk hat. Him li taxa Xwêran a Şerqî him li taxa Heyî Zuxûr û him jî li qada Panaroma pevçûnê dijwar qewimîn û heta niha piraniya van şaneyên êrişkar hatine tasfiye kirin. Cardin li Taxa Xwêran hin sitargehên wan yên veşartî û çekên giran yên wekî doçka jî hatine bidestxistin."
Komîteya Karûbarên Hundir a Rêveberiya Xweser duh li tevahiya Rojavayê derketina derve ji bo 7 rojan deqexe kiribû. (EMK/FD)