Ji bo nûçeya tirkî / îngilîzî bitikîne
Rêxistina Bajarê Wanê ya Partiya Demokratîk a Gelan(HDP) serdana welatiyên ku li Kolana Xaşkana navçeya Elbakê xanî û axurên wan ji ber lehiyê rûxiyaye kiriye.
Sezaî Temellî, Mûazzez Orhan İşik, parlamenterên HDPê, hevserokên DBPê û HDPê yên bajêr serdana herêma ku lehî lê rabûye kirine û bi welatiyan re civîyane.
Li gorî Ajansa Mezopotamyayê dema lijne bi welatiyan re civîyaye carekî din lehî rabûye. Welatiyan ji lijneya HDPê re gotiye, “Xebat bikêmasî hatiye kirin û ji ber vê yekê carekî din rabûye.”
Lijneyê piştî ku li kolanê lêkolîn kirine li herêma lehî rabûye daxuyanî daye. Mûazzez Orhan, parlamentera HDPê destnîşan kiriye û gotiye, di encama lehiya ku duh rabûye de gelek xaniyan zirar dîtiye û nayên bikaranîn.
Temellî: Kon jî venedane
Sezaî Temellî diyar kiriye ku xanî bêserûber in û ji bo ku welatî bikaribin lê bimînin kon jî venedane.
Temellî weha gotiye, “Ti xizmetên ku diviyabû bibirana herêma karesatê, neanîne vê derê. Lê li derdorê jenderme, cerdevan, polîs û wezîfedarê ewlekariyê hene. Lê belê di saziyên dewletê de kes nîne ku di bûyera karesateke xwezayî de alîkariyê bide mirovan. Qayûmê hatiye û dirûvê xwe nîşan dide. Em dixwazin di zûtirîn demê de ev navçe weke herêma karesatan bê îlan kirin.”(RT/AY)