Ji bo nûçeya tirkî bitikîne
Gulustan Kiliç-Koçyiğit, Parlamentera Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ya Mûşê ji bo derziyên HPVyê bikevin nava programa derzîlêdanê ya netewî û ev derzî belaş bibin, pêşniyaznameyek pêşkêşî parlamentoyê kiriye.
Kiliç-Koçyigitê ev pêşniyazname ji bo hin xalên Qanûna Tenduristiya Gelî biguherin pêşkêş kiriye.
Kiliç-Koçyigitê ji ber van sedeman xwestiye ev derzî belaş be:
“Vîrusa Human Papillomayê (HPV) çerm û mukozayan enfekte dike û nêzîkî 200 cûreyên wê hene, yek ji wan nexweşiyan e ku bi rêya cinsî belav dibe û li cîhanê berbelav e. Berovajî zanîna gelemperî, him jin him jî mêr pê dikevin. Ev vîrus dibe sedema pençeşêra devê malzarokê, pençeşêra anusê, pençeşêra penîsî û pançeşêra qirikê. Em dizanin ku ji sedî 99ê pençeşêra devê malzarokê ji ber enfeksiyona HPVyê çêdibe. Ji bo rîska vê pençeşêrê kêmtir bibe divê kontroleke birêkûpêk bê kirin.
“Li gorî daneyên Rêxistina Tenduristiyê ya Cîhanî, her sal 500 hezar jin li cîhanê bi pençeşêra devê malzarokê dikevin û her sal nêzîkî 250 hezar jin ji ber pençeşêra devê malzarokê can didin. Li gorî zanîna îro dikarin rê li ber pençeşêra devê malzarokê bigirin û heke zû bi zû pê bihesin, ev pençeşêr tê dermankirin. Weke me li jor jî got ji 100î zêdetir vîrus dibin sedema vê pençeşêrê ku HPV jê re dibêjin û xetereya 14 ji wan gelekî zêde ye.
“Destûra Bingehîn mafên tenduristiyê û ewlehiya civakî diparêze û li gorî Destûrê dewlet berpirsiyar e ji van mafan. Ger derziya HPVyê nahêle nexweşiyên pençeşêrê pêş bikeve, ev bi tena serê xwe dibe hincet ku derzî divê belaş be. Lewma divê derziyê bixin nav programa derzîkirinê ya netewî û belaş be da ku her kes bikaribe bidest bixe.
(BO/EMK/FD)