Fotograf: Azîz Aslan-Amed / AA
Ji bo nûçeya tirkî / ingilîzî bitikîne
Meral Daniş-Beştaş û Sarûhan Olûç, Cîgirên Serokê Koma Partiya Demokratîk a Gelan(HDP) ji bo sedemên nedîtina faîlan û tevahî hûrgilîyên kuştina Tahîr Elçî, Serokê Baroya Amedê li parlamentoyê were lêkolînkirin daxwaza civîneke bilez û taybet kirine.
Di daxwaznameya ku îro pêşkêşî meclisê kirine de hatiye diyarkirin ku di doza qetilkirina Serokê Baroya Amedê Tahîr Elçiyî de tu pêşketin çênebûye.
Her weha Cîgirên Serokê Komê destnîşan kirine ku dewletê ji bo kuştinê ti bergirî negirtiye û gotine:
“Piştî bûyerê polîsan av berdaye cihê bûyerê, dozger di kêliya ku bûyer pêk hatiye de lêkolîn nekiriye û rewşên bi vî awayî ji bo peyda kirina faîlan bûye asteng ku ev aşkere ye.
"Ev kuştina ji aliyê berdevkên hikûmetê yên wê demê ve weke "sûîqesteke hovane" hat binavkirin; diyarkirin ku ew ê nehêlin kuştinên ku faîlên wan nediyar in pêk were û wê faîlan derxin holê. Her weha berdevkan gotibûn hedef "Tirkiye" ye. Lê belê di rewşa heyî de kesên ji kuştinê berpirsyar in nehatine dîtin û di dosya dozê de jî ti pêşketin çênebûye."
Çi bûbû?
28ê Çiriya Paşiyê ya 2015ê de serokê Baroya Amedê, Tahîr Elçî hat kuştin. Lêpirsîna ji bo bûyerê nehatiye encamdan û bûyer hê jî nehatiye zelalkirin
Pêvajoya Darazê
Serdozgeriya Amedê, îddîanameya kuştina Tahîr Elçiyî ya 28ê Mijdara 2015an, di 26a Adara 2020an de amade kiriye. 10emîn Dadgeha Cezayê Giran a Amedê di 3ê Nîsana 2020an de ev îdianame qebûl kiriye.
Di îddîanameyê de sê jê polîs çar bersûc wek gumanbar hatine nîşandan.
Ji bo polîsên bersûc M. S., F. T. û S. T.yî bi hinceta "bi îhmalkariya bi zanebûn bûye sedema mirinê" ji 2 heya 6 salan cezayê girtîgehê tê xwestin.
Ji bo gumanbarê din, Ugur Yakişir jî bi "kuştina bi zanebûn, kuştina bi mebestên gengaz, dijberiya li dijî qanûna jimare 6136, binpêkirina yekîtiya dewlet û welatî, zerardana malî" tê tawanbar kirin û ji wî re cezayê hepsê yê heta hetayê tê xwestin.
Yakişirî, ji xêncî kuştina Elçiyî, bi kujeriya polîsên eynê rojê hatine kuştin ên bi nave Cengîz Erdur û Ahmet Çîftaslan jî tê tewanbarkirin. . (AS / AY)