Fotograf: Taylan Oztaş
Ji bo nûçeya tirkî bitikîne
Kongreya Demokratîk a Gelan(HDK) 6ê Gulana 1972an sala darvekirina Deniz Gezmiş, Yusuf Aslan û Huseyin İnan, Rêberên şoreşger yên wê qonaxê bibîrxistiye û bi sernava “Ji Sêdaran Heta Qirkirinên Siyasî… Em Ji Bîr Nakin, Serî Natewînin!” daxuyaniyek belav kiriye.
Daxûyaniya HDKyê weha ye:
Em Denîz Gezmîs, Yûsûf Aslan û Huseyîn Înan ên ku ji aliyê faşîzma 12ê Adarê ve bi darvekirinê hatin qetilkirin, bi girêdayiya xwe ya bi îdealên wan re bi bîr tînin."
"Wan di tariya şevê de xatir xwestin û gotin, “Bijî têkoşîna serxwebûna gelên Tirk û Kurd!", "Bijî Karker û Gundî!", "Bijî Şoreşger!" Şopînerên rêbaza wan di her tariya şevê de bi van gotinan rêya xwe diyarkirin. Ew di nava dil û hişmendiya ciwanên me û gelên bindest de tevî ku salên derbas bûyî jî jiyana xwe didomînin."
"Di vê konjonktura taybet a ku pandemiyê çêkiriye ku bi qeyrana pergala kapîtalîst emperyalîst a cîhanê pêkaniye re bûye yek, bi operasyonên "qirkirina siyasî" û astengkirina tevgera demokratîk a gelan dixwazin careke din serweriya xwe vejîne. Rejîma Qesrê ya ku bi darbeyên siyasî ve zexm kirine, dixwazin bi operasyonên polîs û dadkirinê û qedexeyên pandemiyê têkoşîna rêxistinkirî ya gelên me belav bike û teslîm bigire. Dixwazin em li ber xwe binêrin û serî bitewînin.”
(EMK/AY)