Fotograf: MA
Ji bo nûçeya tirkî / ingilîzî bitikîne
Agir bi bejahiya navbera taxên Cimar, Cinezûr, Sîsê û Derxûsta Licê ya Amedê ketiye. Sedema agir pê ketinê diyar nîne û agir heta niha nehatiye vemirandin. Hatiye zanîn ku agir bi bandora bayê gurtir buye.
Li ser medya civakî bi dirûşma #LiceYanıyor kampanyaya alîkariyê hatiye destpêkirin.
Rêvebiriya Giştî a Daristana: Me midaxele kiriye
Rêvebiriya Giştî a Daristana wêneyên çend roj berê li herêmê hatiye kişandin, belavkiriye û destnîşan kiriye ekîbên agirkuştinê midaxele kiriye û gotiye:
“Agirê ku bi bejahiya Licêya Amedê ketiye ekîbên me di dema xwe de midaxele kirine.”
Em dibînin ku ji derveyî vî agirî wêneyên manîpulatîf tên belavkirin em ji vê xemgînin.
Heta pêta dawiyê were vemirandin emê têkoşîna xwe bidomînin.”
Kevinbûna dîmenan rewşê naguhere
Gengeşiyên ku derbarê mijarê de li ser medya civakî tê kirin daye dîyarkirin ku dîmenên tên belavkirin yê salên 2013an û 2016an ne.
Platforma Parastina Hevselê jî ketiye nava gengeşiya û gotiye: Kevînbûna dîmenan rastiyê naguhere, evane jî dîmenên dawîyê ne” û li ser hesabê xwe yê Twîtterê dîmenên nû belav kiriye. (EMK/AY/FD)