Weşanxaneya Nûbiharê demeke berê pirtûkek derbarê dengbêj Îran Xanim ango Îran Moceredê de çap kir.
Pirtûk behsa jiyan û dengbêjiya Îran Xanimê dike. Sayîme Xakpûrê pirtûk amade kiriye. Xakpûrê ji bo pirtûkê amade bike, bi keça Îran Xanimê Gulistanê re axiviye. Gulistanê jî behsa jiyana bi êş û keder a Îran Xanimê, berxwedana wê ya li dijî hevjînê wê û xebatên wê yên ji bo dengbêjiyê kiriye.
Îran Xanim yek ji wan dengbêjan e ku bi taybet li Ûrmiyeyê û bi giştî jî li Rojhilatê gelek baş tê nasîn. Ji ber ku li gorî zanyariyên di pirtûkê de hatine nivîsandin, yekem dengbêja jin e ku dengê wê di beşa kurdî ya Radyoya Ûrmiyeyê de hatiye qeydkirin ango tomarkirin.
Helbet ne tenê li Rojhilatê tê nasîn. Wê li Bakur jî deng vedaye û bi vî parçeyî bûye mêvanên dîwanxaneyan û dawetan. Di pirtûkê de Dengbêj Zahiroyî behsa serpêhatiyeke xwe ya Îran Xanimê kiriye ku dengbêj Şakiro jî bi wan re bûye.
Ji xwe Sayîme Xakpûrê di pirtûkê de cih daye nêrîn û gotinên hin hunermend û nivîskarên ku Îran Xanim nas kirine an jî derbarê wê de hin tiştan dizanin.
Weke ku me got yek ji wan Dengbêj Zahiro ye. Dengbêj Kazo, Gernas Koçer, Seyîd Hacî Elewî hinên din in.
Bi vegotinên van hunermend û nivîskaran re, çîroka Îran Xanimê ya ku Gulistanê derbarê dêya xwe de aniye ziman, hê zelaltir bûye.
Gulistanê behsa wan hûrgiliyên di nava malê de kiriye ku tê dîtin bê ka Îran Xanimê jiyaneke çawa borandiye.
Îran Xanimê weke gelek hunermendên jin ên wê serdemê, rastî gelek zehmetiyan hatiye. Ew astengiyên ku ji hêla feraseta mêrsalar ve tên derxistin. Mîna yên li beramberî Eyşe Şanê derketine… Lê wê jî weke Eyşe Şanê deng nedaye van astengî û zehmetiyan û dengê xwe li dinê hiştiye. Ji hêlekê astengiyên civaka ku Îran Xanim lê dijî, ji hêlekê jî yên rejîma Îranê ya piştî Xumeynî tê ser desthilatê û rejîm diguhere, derdikevin pêşberî wê.
Her çend di pirtûkê de hatibe diyarkirin ku hevjînê wê li pêş wê nebûye asteng ji bo dengê xwe di radyoyê de tomar bike, lê helwesta wî ya di jiyana rojane ya li beramberî Îran Xanimê, jiyan bi rengekî din li Îran Xanimê tarî kiriye û ew ji zarên wê dûr xistiye.
Di pirtûkê de Sayîme Xakpûrê her weha çendîn stranên Îran Xanimê strîne jî bi cih kirine ku “Wey Dil, “Kewa Min, “Lê Domamê” beşek ji wan in.
Pirtûka 96 rûpelan pêkhatî, di nava xwe de jiyana Îran Xanimê ya bi êş, derd û kul vegotiye ku jiyana wê dîsa bi heman rengî bidawî bûye. (FD)