Fotograf: Havîn Kiye / Twitter
Havîn Kiye, namzeta parlamenteriyê ya Partiya Kesk a Çep (YSP) ya Wanê ye. Li Wanê 8 parlamenter tên hilbijartin. Havîn Kiye di rêza 7an de ye.
Ew derçûya beşa Ziman û Edebiya Kurdî ya Zanîngeha Artûklûya Mêrdînê ye. Piştî lisansa xwe li wir qedandiye, li heman beşê master kiriye.
Havîn Kiyeyê diyar kir ku ew ê li Parlamentoyê ji bo mafên ciwanên kurd û statuya zimanê kurdî kar bike.
“Çima ez têkoşîna ziman li Parlamentoyê nekim?”
Kiyeyê diyar kir ku weke her kurdî ew jî di nava atmosfereke siyasî de mezin bûye û rol modela wê dêya wê ye.
*Namzetên parlamenteriyê yên YSPyê yên jin
“Dema tu rewşa li welat dibînî, tu hînekî xwe berpirsiyar dibînî. Lê parlamenterî karekî wîjdaniyê eger tu parlamenteriya gelê kurd bikî. Kurd bi salan e, li Kurdistana Tirkiyê em rastî gelek zextan tên. Her tim meyla min bipêşxistina warê akademiyê bû. Piştî wê min go, çima ez vê têkoşîna ziman li Parlamentoyê dewam nekim? Weke her kurdî ez jî di atmosfereke polîtîk de mezin bûm. Ji ber wê bi awayekî tu xwe berpirsiyar dibînî. Îro êrîş li gelek devaran li ser kurdan dibin. Tu ne siyasetmedar bi jî tu xwe berpirsiyar dibînî.”
Havîn Kiyeyê behsa şert û mercên ku ew tê de mezin bûne kir. Wê bi van hevokan behsa van şertan kir:
“Ez li Xaçortê mezin bûm. Di dibistana seretayî, dêya min, ez û xweha min, em dişandin HADEPê. Wê gavê koroya zarokan hebû. Dersên kurdî didan. Nêzîkî salekê em çûn wê derê. Em tevlî koroya zarokan bûn. Newrozan, 8ê Adarê roja jinan em derdiketin ser dikê, me stran digotin. Dêya min gelek dixwest em hînî kurdî bibin. Eleqeya me bi siyasetê û zimanê kurdî wê gavê destpê kir. Piştî HADEP hate girtin ev nîvco ma. Careke din derfeteke din çênebû, em karekî bi vî rengî bikin. Dêya min rol modela min bû. Wê em mezin kirin, wê rênîşanî min da.
“Em bi Ey Reqîp hişyar dikirin”
“Dema em zarok bûn MED TV hebû. Dema dêya min em hişyar dikirin, em bi strana Ey Reqîp hişyar dikirin. Her sibeh em wisa hişyar dibûn. Loma ne bi awayekî aktif lê bi awayekî derûnî bi vî rengî bû. Heta lîse qediya jî wisa bû. Di wextên vala de em diçûn, Newroz, hilbijartin, 8ê Adarê de em diçûn. Piştî 18 saliya xwe ez hinek aktiftir bûm. Piştî ez derbasî zanîngehê bûm, hingî ez ketim nav xebatên ciwanan. Di komeleyên ciwanan de min kar kir.
Kiyeyê diyar kir ku ger ew bê hilbijartin ew ê ji bo qadên kolektif ji ciwanan re bên avakirin wê karan bikî. Her weha armanca wê ew e ku ew ê têkoşînê ji bo statuya zimanê kurdî bide:
“Weke min gelek xwendekar hene. Dema kontenjan tên diyarkirin, yek an jî du ne yek ji bo zazakî yek jî ji bo kurmancî. Ev neheqiyeke mezin e. Weke Partiya Kesk û Çep tifaqa me li gel partiyên Kurdistanî jî heye. Lihevkirina me li gel wan, bêhtir li ser zimanê kurdî û statuya kurdî ye. Fermîbûna zimanê kurdiye. Weke xwendekara zimanê kurdî çi ji destê min bê ez ê bikim. Li ser navê kurdan ez dikarim bibêjim, ku daxwaza me statuya kurdî wekî dersê hilbijartî ne, daxwaza me ew e ku zimanê kurdî di perwerdehiyê de bibe zimanê kurdî. Di nav rêveberiyên herêmî de li bajarên Kurdistanê bibe zimanê sereke yên kar û xebatan.
“Gelek ciwanên kurd hewl didin karên xwe pêş bibin, lê şert ûmercên me ne baş in. Em bêsigotra dixebitin an jî bi pereyeki kêm dixebitin. Ez ê hewl bidim ku şert û mercên karûbarên me baştir bibin.
Kiyeyê destnîşan kir ku dema biçe Parlamentoyê dixwaze di komîsyona li ser zimanê kurdî kar dike, bixebite û dixwaze li ser statuya zimanê kurdî xebatan bike. (FD)