Ji bo nûçeya tirkî / ingilîzî bitikîne
Li Girtîgeha Tîpa E ya Aydinê girtiyê edlî Firat Çaglayan ê 28 salî miriye.
Rêveberiya girtîgehê ku duh danê sibê agahî daye malbata wî û îdia kiriye ku Çaglayan di tuwaleta qawîşa ku lê dima de bi bendikên pêlavan xwe kuştiye.
Li gorî nûçeya MAyê, cenazeyê Çaglayan ji bo otopsiyê birine Nexweşxaneya Lêkolînê ya Zanîngeha Adnan Menderes a Aydinê. Piştî karên otopsiyê dê li Goristana Ovaeymir a li navenda Aydinê bê definkirin.
Serdozgeriya Komarî ya Aydinê derbarê mirina bi guman de lêpirsîn daye destpêkirin.
Hatibû îdiakirin ku Yilmaz Ekîncîyê 28 salî ku li Girtîgeha Aydinê girtî bûye di 13ê Kanûna Paşiyê de xwe kuştiye.
Çi bûbû?
Hatiye îddîakirin ku Yilmaz Ekîncî yê 28 salî ku ji navçeya Hîzanê ya Bedlîsê bûye û di Tîrmeha sala par de bi îdiaya "birîndarkirinê" hatibû girtin û biribûn Girtîgeha Girtî ya Tîpa E ya Aydinê û di 13ê Kanûna Paşiyê de xwe kuştibû.
Li gorî nûçeya MAyê, rêveberiya girtîgehê îdia kiriye ku Ekîncîyê ku bejna wî 1 metre û 70 santîmetre ye, xwe ji hesinê 1 metre 48 santîmetre ji qata deriyê qawîşa ku lê ragirtine daleqandiye. Her weha ji malbata wî re gotibûn. Derûniya Ekîncî ne baş e.
Bitikîne- Di 8 mehan de 43 girtî mirine
(AS/AY)