Fotograf: Ajansa Mezopotamya
Ji bo nûçeya tirkî / ingilîzî bitikîne
Di encama lêpirsînnameya ku Serdozgeriya Komarî ya Êlihê amade kiriye Hatîce Taş, Hevşaredara Bajaroka Awîskê ya Qûbîna Êlihê hatiye desteserkirin. Beriya niha Taş ji wezîfeyê hatibû dûrxistin û qeyûm li şûna wê hatibû tayînkirin.
Li gor nûçeya Ajansa Mezopotamyayê tîmên taybet di saetên sibehê de girtine ser mala Taşê û hin malên din. Taş jî di nav de 7 kes desteser kirine.
Li gel Taş endamê Meclîsa Şaredariyê Tahsîn Yildirim, xebatkarên şaredariyê Huseyîn Taş, Cemal Dogan, Ekrem Evrûz, Bayram Ozalp û kesek navê wî nehat zanîn hatine desteserkirin.
Sedema desteserkirinê nehatiye aşkerekirin û kesên destesedkirî birine Fermendariya Cendirmeyan a Êlihê.
Bi ser mala Karabûlûtî de jî girtine
Cendermeyan her weha bi ser mala Osman Karabûlût, Hevşaredarê Awîskê jî girtine lê ji ber Karabûlût ne li mal bûye, nehatiye desteserkirin.
Ajansa Mezopotamyayê aşkere kiriye ku ji bo 25 kesan biryara desteserkirinê heye. (TP/FD)