Ji bo nûçeya Tirkî bitikîne
Rûniştina doza derbarê Violet Nantaba ku hatibû kuştin û xweşka wê ya bi navê Beatrice Babiry jî hatibû tecawîzkirin de wê sibê li 2. Dadgeha Cezayê Giran ya Stenbolê were dîtin.
Beatrice Babiry ku xwişka wê hate kuştin û bi xwe jî bi giranî birîndar bûbû bi awayekî lezgîn hatibû dersînorkirin. Ji ber vê yekê nikare beşdarê rûniştina dozê jî bibe. Jinên Sînornenas ji bo cezakirina sûcdaran banga hevgiriyê kirin.
Parêzerê Nantaba û Babiryê Meriç Eyupoglu derbarê mijarê de ji bianet’ê re axivî û bi vê hevokê dest bi axavtina xwe kir: “Bûyereke wehşet û rûreş...”
Bi kabloya vantîlatorê xeniqandine
Her du xwişkên cêwî ji bo xebatê di Avrêla 2015an de hatine Tirkiyeyê. Di 31ê Tebaxa 2016an de her du xwişk ji hêla 2 mêrên Azarbeyacanî ve li mala xwe yên Aksarayê de hatin derbkirin.
Li gorî îdianameyê, mêrê bi navê K.R. ewil Beatrice Babiryê derp dike û paşê jî tecawîzê wê dike. Di wê demê de Violet Nantaba dengê xwişka xwe dibihîze û mêrê bi navê S.H. jî êrişî wê dike û bi kabloya vantîlatorê wê dixeniqîne û dikuje. Piştre her du mêrên Azerbeycanî pere û telefonên her du xwişkan jî didizin û ji wir direvin.
Her du mêrên sûcdar dema bi otobusê hewl didan ku ji Tirkiyeyê birevin, hatin desteserkirin û piştre hatin girtin.
Beatrice Babiry di encama êrişa wan mêran de bi giranî birîndar dibe û wê radikin nexweşxaneyê. Polîsan bi wê halê ve îfadeya Babiryê hildi de û wê dersînior dikin.
Cînayet, êrişa cinsî, talankirin
Her du êrişkar bi hincetên “Ji bo sergirtina sûcekê veşartina delîlan, kuştin, talankirin, êrişa cinsî ve” tên dadkirin.
Ji ber ku hatiye dersînorkirin nikare beşdarê dozê bibe
Parêzer Eyuboglu derbarê dersînorkirina Beatrice Babiry de got:
“Him di warê mirovî him jî huqûqî de ev yek çewt e.
“Mafê wê kesê heye ku di rûniştina sibehê de were dadgehê û îfade bide. Lêbelê ji ber ku hatiye dersînorkirin, nikare were Tirkiyeyê, Em ê vê yekê sibê li dadgehê jî bînin ziman.”
(ÇT/YO)