Rockbêj Harûn Elkî wê li Kadikoya Stenbolê konserekê bide. Konsera Elkiyî wê 5ê Sibatê, roja Şemiyê Motto Sahneyê pêk were.
Konsera Elkiyî wê saet di 21.00ê de destpê bike wê Elkî stranên xwe yên ji albûma xwe ya nû ya bi navê "Rev" û yên kevn bistirê.
Vedat Taniş jî weke muzîkjenê mêvan beşdarî konserê bibe.
Derbarê Harûn Elkiyî de
Harûn Elkî di sala 1975ê de li navçeya Elkê (Beytûşşebab) ya girêdayê Şirnexê ji dayîk bûye. Jiyana xwe ya muzîkê ya profesyonel sala 1997ê de li Navenda Çanda Mezopotamya (NÇM) ya Edeneyê dest pê kiriye û heman salê de koma rocka Kurdî ya bi navê Rewşen ava kir û div ê komê de stran straye. Rewşenê albûma xwe ya yekemin bi navê “Asê” di sala 2002ê de û albûma duyem jî di 2005ê de bi navê “Pola Nû” derxistiye. Di 13 salan de sehneyên navwelat û derveyî welat de gelek konser û di çalakîyan de stran strane. Piştî di 2011ê de koma Rewşen belav bû, Harûn Elkî ji Edeneyê koçî Stenbolê kiriye û li vir cih bûye. Piştî belavbûna komê, Elkî jîyana xwe ya muzîkê bi serê xwe dewam kiriye. Piştî vê qonaxê du single ji Pasaj Muzîkê derxistine ku yek ji wan bi navê “Tutunma” (Xwegirtin) di sala 2016ê de û di sala 2017ê de jî “Sus” (Hiş) derketiye. 2019ê de jî ji Red Muzîkê “Seyrana Gula”, 2020ê bi Mesut Marangoz re dûetek bi navê “Karwan” derxistiye. Herî dawî di Berfanbara 2020ê de ji Red Muzîkê albûmekî ji 10 berheman pêk tê ku 9 stran bi Kurdî û yek jî bi Tirkî bû, bi navê “Rev” derxist û albûma xwe ya solo pêşkêşî guhdaran kiriye. Elkî vîdyoya yekem ya albûmê ji strana “Xengîlok” û ya duyem jî ji strana “Miskin” re kişand. (FD)