Weşanxaneya Lîsê pirtûka çîroknivîs Sîdar Jîrî ya bi navê "Handa"yê weşand.
Di metnê danasîna pirtûkê de Weşanxaneya Lîsê derbarê pirtûkê wiha gotiye: “Sîdar Jîr heta niha bi çîrok û nivîsên xwe yên ramanî derdiket pêşberî xwînerên kurdî. Vê carê bi berhemeke cuda û cihêreng va ye li pêşberî we xwîneran e. Berhema wî ya vê carê, Handa, herçiqas wek roman bê binavkirin jî, dîsa li ser hîmên çîrokî hatiye avakirin û rengê wî yê çîrokbêjiyê dîsa jî diyar e."
Weşanxane derbarê Handayê de wiha dibêje: "Ew bi xwe pepûk e, lê pepûkeke ku han dide. Têkiliya wê bi cîhana heyî re qut bûye. Lê dîsa jî rojê ji bo demeke kurt be jî tê ser hişê xwe û têkiliyê bib cîgeha xwe re datîne. Bi rêya neynikê xwe berî nav paşxaneya takekesî û civakî dide. Di dawiyê de em hem çîroka wê û hem jî çîrok û serpêhatiya gelekî qedîm hîn dibin.
Di Handayê de sindoq û kilîl hene li benda vekirinê. Êvar, şev û heyv... Çemek, çemekî ku hem diherike û hem jî şahidiya herikîna dîrokê dike. Kevalên ku dîroka arîn û dêrîn bi bîr dixin xwezî û daxwaza vedijînin... Pencere heye... Handa han dide ku di wê pencereyê de xwe bibîne. Xwîner jî dê di pencereya xwe de vê berhemê bixwînin, Handayê û handayan nas bikin."
Ji ber ku di pirtûkê de çîrokên bi hev girêdayî hene, weşanxaneyê pirtûk di cureyê “zincîreçîrok”ê de nirxandiye.
Hûn dikarin bîyografiya Sîdar Jîrî ji malpera Kurdîlitê bibînin. (FD)