Fotograf: AA
Ji bo nûçeya tirkî bitikîne
Serokomar û Serokê Giştî yê Partiya Dad û Geşepêdanê (AKP) Recep Tayyîp Erdogan, ji bo bi Serokomarê Îranê Îbrahîm Reîsî û Serokdewletê Rûsyayê Vladîmîr Pûtînî re bicive, duh (18ê Tîrmehê) tevlî heyetekê çû Tehrana paytexta Îranê.
Beriya civîna sêalî ya îşev, Erdogan beşdarî civîna 7an a Desteya Hevkariyê ya Bilind a Tirkiye-Îranê ku li Tehranê pêk hatiye. Di vê civînê de aliyan hin peymanên nû îmze kirine. Piştî civînê, serokê Tirkiye û Îranê civîneke çapemeniyê li dar xistine.
Erdoganî di civîna çapemeniyê de behsa hevdîtinên heyetan kiriye û gotiye ku wê ev gotûbêj “têkiliyên her dû welatan bihêztir bikin.”
Erdoganî behsa hevdîtinên Astanayê kiriye ku ji bo çareseriyê ji krîza Sûriyeyê re bibîne ev hevdîtin pêk tên. Erdoganî di axavtina xwe de gotiye ku wê di civîna sêalî ya wî, Rêîsî û Pûtînî de ev mijar were nirxandin: “Em ê pêvajoya Astanayê ji nû ve binirxînin, em ê pêvajoya Astanayê ji nû ve zindî bikin.”
Serokomarê Îranê Reîsiyî jî behsa girîngiya têkiliya aboriyê ya di navbera her du welatan kiriye. Reîsî her weha gotiye, “ji bo yekîtiya xaka Sûriyeyê bê parastin” Tirkiye û Îran weke hev difikirin.
“Êrîşa li ser Sûriyeyê, wê zerarê bide tevahiya herêmê”
Serokomar Recep Tayyîp Erdogan îro bi Serokê Olî yê Îranê, Ayetûllah Elî Xemeneyî re jî civiyaye. Xemeneyî gotiye, “Parastina yekperçetiya axa Sûriyeyê pir girîng e û her êrişeke leşkerî ya li ser bakurê Sûriyeyê wê li dijî Tirkiye, Sûriye û hemû herêmê be û wê di berjewendiyê terorîstan de be."
Hevdîtina sêalî û ya bi Pûtînî re Üçlü zirve ve Putin ile görüşme
Serokomarê Tirkiye û yê Îranê û Serokdewletê Rûsyayê yên ku Pêvajoya Astanayê saz kirine, wê îşev li Tehranê bicivin û li ser rewşa Sûriyeyê biaxivin. Yek ji mijara civînê jî wê êrîşên ku ihtimal e Tirkiyeyê li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê pêk bînin be.
Her weha wê Serokomar Erdogan û Serokdewletê Rûsyayê Pûtîn jî beriya civîna sêalhi wê bicivin. Di rojeva her du serokan de şerê Rûsya û Ûkraynayê û mijarên pê re têkildar de heye. (SD/FD)