Danişîna doza Halîse Aksoya ku hestiyên kurê wê di qutiyekê de radestî wê kiribûn, îro li 10emîn Dadgeha Cezayê Giran a Amedê pêk hat.
Halîse Aksoy di çarçoveya lêpirsîna Serdozgeriya Komarî ya Amedê de di 28ê Nîsanê de hatibû girtin.
Dozgeriyê derbarê Aksoyê de bi îdiaya ku “endama rêxistina terorê ye” doz vekirî û xwestiye bi 7 heta 15 salan cezayê girtîgehê were cezakirin.
Li gorî nûçeya Artî Gerçekê, di yekemîn danişîna doza de heyeta dadgehê biryara girtîmayîna Aksoyê da.
Di îdianameyê de Halîse Aksoya ku hestiyên kurê xwe yê di pevçûnê de miribû, di qutiyekê de ji emaneta edlî wergirt, bi tohmeta ku "têkiliya" wê bi kurê wê yê mirî re hebûye tê sûcdarkirin.
Heyeta dadgehê danişîn taloqî 12ê Kanûna Paşiya 2024an kir.
(TY/AY)