Ji bo nûçeya tirkî bitikîne
Rêvebera Komeleya Jinên Şoreşger û Demokratîk (DDKD) Halîde Dundar di 61 saliya xwe de di 3ê Tîrmehê de li Stenbolê li nexweşxaneya ku lê dihat dermankirin, ji ber nexweşîna dil miribû.
Cenazeyê Dundarê ji Stenbolê birine Amedê. Ji bo definkirina cenazeyê Dundarê li Goristana Yenîkoya Amedê merasîm hatiye lidarxistin.
Malbata Dundar, hevalên wê yên têkoşînê, Hevberdevka Partiya Çep a Kesk a Amedê Pinar Sakik Tekîn, aktîvîstên TJAyê, rêveberên Komeleya Jinan a Rosa, Egîtîm Sen, Platforma Jinên Kurd, TMMOB, Parlamenterê CHPê Sezgîn Tanrikulu, Serokê Giştî yê Partiya Sosyalîst a Kurdistanê (PSK) Bayram Bozyel tev li merasîmê bûne.
Piştî binaxkirina cenazeyê hevala têkoşînê ya Dundarê, Rahîme Kesîcî axaftinek kurt kiriye û bi bîr xistiye ku ew ji sala 1974an vir ve Dundarê nas dike û 48 sal e ew hevalên hev û zarokatiyê û têkoşînê ne û gotiye: “Bijî têkoşera jinên kurd.”
Hevala têkoşînê ya Dundar, Methiye Azbay jî bal kişandiye ser têkoşîna Dundarê û gotiye: “Halîde jinek têkoşer bû. Halîde mirova demên diwjar û zehmet bû. Jiyana wê her tim têkoşîn, kêf û henek bû.” Azbay diyar kiriye ku dozên derbarê Dundarê de hatine vekirin hê jî berdewam dikin.
Şîna Dundarê dê li Mala Şînê ya Licêyan bê dayîn.
(EMK/AY)