Ji bo nûçeya Tirkî bitikîne
Hakki Devrîm ji beşa hiqûqê derçûnbû lê bi nivîsên xwe yên li ser Zimanê Tirkî dihat nasîn. Gelek kesan nivîsên wî yên bi navê li ser Zimanê Tirkî dixwendin. Di qunciknivîsên xwe yên bi navê 'Cîhannûma' de li beşa ‘dilyaresi’ mijarên li ser Zimanê Tirkî dinivîsî.
Devrîm li 1929ê hatiye dinyayê. Wî li sala 1951ê beşa hiqûqê ya Zanîngeha Stenbolê xelas kir. Li sala 1951 dest bi rojnamegeriyê kir. Wî li Son Saatê dest bi rojnamegeriyê kir û paşê li rojnameyên Tercuman, Havadis, Yeni Sabah, Ege Ekspres û Tasvirê rojnamegerî kir.
Gulseren Devrîma jina Hakki Devrîmî jî li sala 2008ê miribû.
Berhemên wî:
Türkiye 1923-1973 Ansiklopedisi (4 c., 1974; 1 ek c., 1981), Başlangıcından Bugüne Dünya Tarihi (3. c., 1974), Elörgüsü ansiklopedisi (3. c., 1975), Meydan Larousse (12 c.,1969-1973)
Berhemên bi hevkariya wî hatine nivîsîn:
Memo Larousse, Théma Larousse, Dictionnaire Larousse, Büyük Larousse, Demokrasinin 50 Yılı. (HK/MB)