Ji bo nûçeya Tirkî / Îngîlîzî bitikîne
Komîteya Çavdêriya Mafên Sewalan (HAKÎM) derbarê du wekîlên AKPê Mihriman Belma Satir û Gokçen Ozdogan Enç ku li meclisê pankarta ‘Kûçik nikarin têkevin vir’ vekiribûn de daxuyanî da û wan şermezar kirin.
Di daxuyaniya HAKÎMê de hat diyarkirin ku ‘Kûçik sifeta heqaretê nîn e’ û bang li wekîlên AKPê hat kirin: “Navên sewalan nexin nav lîstokên xwe yên siyasete. Sewal bêyî nefret, mêtîngerî û tundiyê dijîn. Navên sewalan nexin nav çalakiyên we niyetxerab de.”
Li meclise afîşa ‘Kûçik nikarin têkevin vir’ vekiribûn
Di 12ê Çileyê de (duh) li meclise dema axavtinên ser guhertina makeqanûnê de dihat kirin, Wekîla Stenbolê ya AKPê Mihriman Belma Satir û Wekîla Antalyayê ya AKPê Gokçen Ozdogan Enç afîşa “‘Kûçik nikarin têkevin vir’ vekiribûn.
Derbarê wan afîşan de jî di medyaya civakî de van peyaman belav kirin:
TBMM de terör estiren,kürsü işgal eden , burun kıran,bacak ısıran,bize İŞİD diyenlere cevabımdır! pic.twitter.com/o87toa9F9u
— Mihrimah Belma SATIR (@Belmasatir) 12 Ocak 2017
Kim üstüne alırsa..... https://t.co/pdc41rKV42
— Gökcen Özdogan Enç (@gokcenenc07) 12 Ocak 2017
HAKÎM: Kûçik ne sifeta heqaretê ye
Di daxuyaniya HAKÎMê de wiha hat gotin:
“Wekîla Stenbolê ya AKPê Mihriman Belma Satir û Wekîla Antalyayê ya AKPê Gokçen Ozdogan Enç ji bo ji parlementerên partiyên din re heqaretê bikin li meclisê afîşa ‘Kûçik nikarin têkevin vir’ vekirin. Wan careke din meclise kirine dika gotinên nefretperest.
“Kûçik ne sifeta heqaretê ye! Li meclisa ku wekîlan her tim wir pîroz dibinin de gotin û helwestên erkperest, homofobîk, nefretperest û dijcudahî tê ziman. Bila neyê jibîrkirin ku ew wekîlan navên meclise qirêj dikin.
“Em careke din bang li hemû parlementeran dikin: Hûn ji bo qanûnçêkirinê li meclise ne, hûn ji wir mehaneyên xwe distînin. Mecisa ku hûn lê ne nekin dika nefresperest û tundkariyê. Navên sewalan nexin nav lîstokên xwe yên siyasete. Sewal bêyî nefret, mêtîngerî û tundiyê dijîn. Navên sewalan nexin nav çalakiyên we niyetxerab de.”
(BK/YO)