Ji bo nûçeya tirkî bitikîne
Berdevka Wezareta Derve ya Rûsyayê Mariya Zaharova ragihandiye ku Wezîrê Derve Hakan Fîdan dê sibe û 1ê Îlonê li paytexta Rûsyayê Moskovayê be.
Fîdan piştî hevdîtinên xwe yên li Kîeva paytexta Ûkraynayê dê biçe Rûsyayê û bi Wezîrê Karên Derve yê Rûsyayê Sergey Lavrov re hevdîtinê bike.
Wezareta Karên Derve jî gotiye: "Di çarçoveya serdanê de tê pêşbînîkirin ku li ser geşedanên herêmî û cîhanî bi taybetî jî li ser mijarên di rojeva têkiliyên me yên dualî de şêwir bên kirin."
Erdogan û Pûtîn jî dê bicivin
Kremlînê ragihandibû ku Serokê Rûsyayê Vladîmîr Pûtîn dê li Rûsyayê bi Serokomar Recep Tayyîp Erdogan re rû bi rû li ser mijarên cuda bi taybetî jî li ser Peymana Korîdora Genimê ya Behra Reş bicive.
Dîroka civînê hêj nehatiye eşkerekirin.
(NT/AY)