Ji bo nûçeya tirkî bitikîne
Rojnameya Haberturkê duhî jimara rojnameyê ya dawiyê çap kiribû, îro xebatkarên Haberturkê ji karê wan hatine derêxistin.
Navê xebatkarên ji karê wan hatîn derêxistin yên Ajans Haberturkê ev in:
Ümran Avcı, Veli Sarıboğa, Sinan Bilgenoğlu, Dündar Kale, Murat Ataş, Hayati Arıgan, Mehmet Kayahan, Soner Özcan, İrem Koca, Arif Taşkın, Gökhan Artan, Pervin Kaplan.
Çi bûbû?
Ciner Gruba xwediya rojnameya Haberturkê, diyar kiribû ku ew ê 5ê Tîrmehê roja Înê weşana çapkirî ya rojnameya Haberturkê bisekinîne.
Cinerê ji bo girtina rojnameyê ji bo xebatkarên xwe nameyek şandiye û diyar kiriye, maliyeta rojnameyê zêde bûne-dahat kêm bûne ji ber wê rojnameya Haberturkê dê weşana xwe li ser înternetê bidomîne.
Bixwîne - Berpirsê HaberTurk TVyê hatiye desteserkirin
Ciner Holdîng herweha xwediya televizyonên Show TV, Habertük TV û Blommberg HT ye. Ev demek bû ku dihat îdiakirin rojname dê weşana xwe ya li ser kaxezan bisekinîne. Birêvebirê Ciner Medyayê agahî bi nameyekê piştrast kiriye.
(PT/MB)