Meclîsa Tenduristiya Karkeran û Ewlehiya Kar (İSİG) rapora xwe ya meha Cotmeha 2026an di bin siya teqîna HABAŞê ku 17 karker têde miribûn aşkere kir.
Li gorî rapora İSİG di meha Cotmehê de herî kêm 193 karker di dema karkirinê de mirin e.
Bi vî awayî di deh mehên destpêkê yên sala 2026an de herî kêm 1930 karker di dema karkirinê de mirin e.

Li Îzmîrê di kargehê de teqîn pêk hat: Bi kêmanî 17 karker mirin
Her weha di meha Kanûna Paşîn de 155, di Sibatê de 129, di Adarê de 151, di Nîsanê de jî 190, di meha Gulanê de 214, di Hezîranê de 228, di Tîrmehê de 216i di Tebaxê de 227 û di Îlonê de 227 karker di dema karî de mirin e.
Ji karkerên ku mirine jê 9 zarok, 15 jin û 25 koçber bûn
Ji karkerên ku mirine jê 74 di sektora pîşesaziyê de, 42 di sektora avahîsaziyê de, 40 di çandiniyê de, û 37 jî di sektora xizmetguzariyê de dixebitîn.
Her weha tenê 11 ji wan endamên sendîkayekê bûn. 182 karker endamê tu sendîkayan nebûn.
Li gorî raporê ji 193 karkerên di vê mehê de mirine jê 9 zarok in. Ji wan 4 zarok temenê wan di bin 14î de bû û 5 jî di navbera 15 û 17an de bûn.
Mirina 4 zarokan di sektora çandiniyê de û yên din jî di sektorên, tekstîl, metal û avahîsaziyê de pêk hat.

Derbarê karkerên ku di teqîna HABAŞê de mirin em çi dizanin?
Di vê mehê de wate di meha Cotmehê de herî kêm 15 karkerên jin di dema karkirinê de mirin.
Ji wan kesên ku di vê mehê de jiyana xwe ji dest dan, 25 kes jî karkerên koçber/penaber bûn. Ji wan 17 kes Sûrî, sê kes ji Tirkmenistanê, du kes ji Efxanistanê û du kes jî ji Azerbaycanê bûn. Di raporê de her wiha mirineke karkerekî ku bi Misir û Ukraynayê re têkildar e jî hate qeydkirin.
Meclisa ISIGê diyar kir ku hejmara mirina karkerên koçber û penaber ên di dema karî de zede bûne.
Di Cotmehê karker herî zede li Stenbolê mirine. Ji 193 karkerên ku vê mehê di dema karî de mirine jê 23 li Stenbolê mirine.
(HA/AY)




