Ji bo nûçeya tirkî / ingilîzî bitikîne
Piştî parlamenteriya Enîs Berberlioglû, parlamenterê Partiya Gel a Komarî (CHP) yê Stenbolê û herdu parlamenterên Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Leyla Guven û Musa Farisoglullariyî hatiye betalkirin, biryara girtina wan hatiye stendin.
Piştî stendina biryara girtina wan Mûsa Farisogûllari û Leyla Guven li Amedê, Enîs Berberoglû jî li Stenbolê hatiye desteserkirin.
Her weha piştî girtinê Leyla Guven şandine Girtîgeha Jinan a Amedê, Farisogûllari şandine Girtîgeha Cureya Dya Amedê û Berberoglû jî şandine Girtîgeha Maltepeyê.
Farisogûllariyî li ser rêya Amed-Rihayê hatiye desteserkirin
Farisogullari li ser hesabê xwe yê Twîtterê gotiye, “Dema ku ez ji Amedê diçûm Enqereyê ji bo Navenda me ya Giştî, bistek berê di rê de hatim desteserkirin”
Farisogûllari berê birine Qereqola Pirinçlikê ya li ser rêya Amed û Rihayê. Piştî ku kontrola wî ya tenduristiyê hatiye kirin, birine edliyeyê. Li edliyeyê, dadgeha nobedar biryara girtina wî daye û ew şandine Girtîgeha Cureya Dya Amedê.
Leyla Guven li mala xwe ya li Amedê hatiye desteserkirin
Leyla Guven li mala xwe ya li Amedê hatiye desteserkirin.
Guvenê di saet 23.00an de li ser hesabê xwe yê Twîtterê nivîsandiye û gotiye, “Ez niha tê me desteserkirin”
Her weha piştî ku kontrola tenduristiyê ya Guvenê hatiye kirin, ew birine edliyeyê. Li edliyeyê dadgeha nobedar biryara girtina wê daye û şandiye Girtîgeha Jinan a Amedê.
Berberoglû li mala xwe ya li Bakirkoyê hatiye desteserkirin
Ekîbên Dijterorê yên Miduriyeta Emnîyeta Stenbolê Enîs Berberoglû li mala wî ya Bakirkoyê desteserkirine.
Berberoglû piştî ku hatiye desteserkirin, ew birine edliyeyê û li wira dadgeh nobedar biryara girtina wî daye û ew şandine Girtîgeha Maltepeyê.
Çi bûbû
Piştî di Desteya Giştî ya Meclîsê de cezayên ku Dadgeha Bilind daye her sê parlamenteran hatiye xwendin, parlamenteriya Enîs Berberlioglû, parlamenterê Partiya Gel a Komarî (CHP) yê Stenbolê û herdu parlamenterên Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Leyla Guven û Musa Farisoglullari hatibû betalkirin.
Rakirina parêzbendiyê û hilweşandina parlamenteriya Enis Berberoglu ji ber doza Rêxistina Istixbaratê ya Netewî (MIT) bûye.
Herwiha parlamenteriya her yek ji parlamenterê HDPyê Musa Farisoglullari û Leyla Guvenê jî ji ber doza Koma Civakên Kurdistan (KCK) hatibû betalkirin.
Herdu parlamenterên HDPyê Leyla Guven û Musa Farisoglullari ku niha parlamenteriya wan hatiye hilweşandin, pêştir di 24ê Îlona 2019an de cezayê girtîgehê bi ser wan de hatibû sepandin. Her du parlamenteran bi tohmeta "Endamtiya Rêxistina Terorê " ji aliye 2em Dadgeha Cezayê Giran a Amedê ve ceza girtibûn. Dadgehê 9 sal ceza dabû Farisogûlları û 6 sal û 3 meh jî ji Leyla Guvenê birîbû.
Cezayê her sê parlamenteran ji aliyê 16em Daîreya Cezayê Dadgeha Bilind ve hatibû pesend kirin. (EKN/AY/FD)