Ji bo nûçeya tirkî bitikîne
Li gorî encamên nefermî yên tûra yekem a hilbijartinên Serokatiya Kolombiyayê ya sala 2022an, ti namzetek bendava ji sedî 50+1 derbas nekiriye.
Gustavo Petro, namzetê "Girêbesta Dîrokî" (Pacto Historico) yê tifaqa çep tûra yekem a hilbijartinan ku êvara Yekşemê bi dawî bûye, bi rêjeya ji sedî 40,23 li pêş bûye.
Di 19ê Hezîranê de di tûra duyem ya hilbijartinê de Petro dê bi Rodolfo Hernandez, namzetê “Tevgera Waliyan” re bikeve pêşbaziyê. Hernandez di tûra yekem de ji sedî 28,19ê dengan bidest xistibû.
Gûstavo Petro, namzetê Serokatiyê û Francia Marqûez, namzetê Cîgiriya Serokî yên tifaqa “Girêbesta Dîrokî” ji 8 mîlyonî zêdetir deng bi awayekî serketî bidest xistine. Petro di hilbijartinên çar sal berê de 4 mîlyon û 8 hezar deng bidest xistibû.(AEK/AY)