Ji bo nûçeya tirkî bitikîne
Li taxa Deştina navçeya Yatagan û taxa Bayira navçeya Menteşeya Muglayê çêkirina rêya "Kargeha Çîmentoyê û Kana Maddeya Xam" didome. Rê duh (3ê Nîsanê) ji aliyê gundiyan ve hatiye girtin.
Şaredariya Menteşeyê destûra avakirina Kargeha Çîmentoyê daye. Gundiyên heremê ji bo ku kargeh neyê avakirin û Daristanên Alaşar, Deştîn, û Bayirê ji ber Kanayên Maddeyên Xam tune nebe rê girtine û heta sibehê nöbet girtine.
Gundiyan bi etîketa "#ÇimentocuŞirketMuğlayıTerket" bang li her kesî kiriye xwestiye piştevaniya wan were kirin.
Wê çi bi ajal û zeytûnên bibe?
Gundiyan gotine, "Ma em ê li ku bijîn?" û bertek nîşanî rewşê daye û wiha gotiye:
"Ajal, zeytûn, baxçeyên me hene. Em ê çawa debara xwe bikin? Em ji kesî tiştekî naxwazin. Em ê nehêlin kargeha çîmentoyê ava bibe"
Cendirmeyên ku hatin herêmê ji gundiyan xwestiye ku rê vekin; lê gundiyan diyar kirine ku ew ê rê venekin.(TY/AY)