Rêxistina Geştûguzariyê ya Cîhanê ya Neteweyên Yekbûyî (UNWTO) lîsteya "Gundên Herî Baş ên Cîhanê ya 2022an" eşkere kiriye.
Rêxistina Geştûguzariyê li gorî 9 pîvanên cuda yên aborî, civakî, domdariya jîngehê, çavkaniyên çandî û xwezayî û parastin û pêşxistinaê lîsteya "Gundên herî baş ên cîhanê 2022" eşkere kiriye.
Di lîsteya "Gundên herî baş ên cîhanê 2022" ku ji 12 welatên cîhanê bi giştî 32 gund cih digirin de ji Tirkiyê gundê Bîrgî yê navçeya Odemîş ya Îzmîrê cih girtiye.
Hatiye diyarkirin ku ev lîste ji aliyê heyeteke serbixwe ya şêwirmendiyê ku ji 20 endaman pêk tê hatiye diyarkirin û dê di merasima ku dê di navbera 27-28ê Sibata 2023an de li El-Ula ya Erebîstana Siûdî bê lidarxistin, xelat ji gundên di lîsteyê re bên dayîn.
Rêxistina Geştûguzariyê ya Cîhanê ya Neteweyên Yekbûyî (UNWTO) gundê Hexê yê Siryanan yê navçeya Midyada Mêrdînê xistiye nav lîsteya "bernameya geşepêdanê".
Derbarê gundê Hexê de
Gundê Hexê ku yek ji gundên herî kevnar ê Krîstiyanan e, berê girêdayî navçeya Kerboran a Mêrdînê bû lê di 28 Sibata 1995an de bi navçeya Midyadê ve hatiye girêdan.
Gund bi avahiyên xwe yên ji sedsalên 4. û 5. a zayînî û mîmariya xwe ya bêhempa balê dikişîne.
Navê gund di nav Siryananan de Hax e û tê wateya "cihê bêhnvedanê".
Li gor daneyên fermî 112 kes li gund dijîn. Ji 18 malbatên li gund dijîn 1 misilman ên din Siryan in.(AY)
*Çavkanî: Rûdaw