Ebru Gunay, Berdevka Partiya Demokratîk a Gelan (HDP), li Navenda Giştî ya partiya xwe civîneke çapemeniyê pêk aniye û pêvajoya ku 24ê Tîrmeha 2015an dest pê kiriye heta roja îro nirxandiye.
Gunayê pêşketinên di van 5 salan de çêbûne nirxandiye û behs kiriye bê ka pêvajoya çareseriyê çawa qediyaye. Beşek ji nirxandinên Gunayê wiha ye:
"24ê Tîrmeha 2015'an ji bo Tirkiye dîrokek nayê ji bîr kirin. Di vê dîrokê de pêla tundiya herî mezin dest pê kir. Pêla tasfiyeyê dest pê kir. Polîtîkaya komkujiyê dest pê kir. Bi vê polîtîkayê pêvajoya çareseriyê înkar kirin. Lihevkirina Dolmabahçeyê li ber çavê cîhanê îmze kirin. Lê ev yek înkar kirin. Bi vê înkarê bi taybet li dijî gelê kurd û bi tevahî li dijî gelên Tirkiyeyê yên demokratîk şer dan destpêkirin. Maseya diyalog û muzakereyê ku li Îmraliyê hat avakirin û ji bo civakê bû heviyek mezin, hikûmetê xera kir. Piştî di Newroza 2013an de deklarasyona çareseriyê aşkere kirin, heta 3 salan şer û kuştin rawestiya. Lê gotin ‘Hûn deng nedin me, hûn dê karibin fîlmê vê pêvajoyê bikişînin' AKP li diji hemû civakê kumpasa komplo ava kir.
"Hikûmetê Serêkaniyê kir provokasyon û vê di nava pelên dîrokê de ji xwe re cih girt. Kesên bi kumpasê kirin bersûc piştre beraet kirin û kujer hatin veşartin. Dîsa bi komkujiyên li Pirsûs, Enqere û Amedê bivir li pêvajoya şer xistin.
Bi destê DAIŞê di dîroka Komarê de komkujiyên herî mezin kirin. Di salên 90î de gund şewitandin. Bajar dorpêç kirin û xera kirin. Li şûna torosên spî, hikûmetê welatiyên xwe bi amûrên şer bombe kir. Wekî Sûrê bi maşîneyên kar tev hilweşandin û serobin kirin. Qirin qada rantê. Darbe kir hincet û Rewşa Awarte ilan kirin. Bi hezaran mirov ji kar hatin avêtin. Di 4ê Çiriya Paşiyê û piştî wê de bi rêkûpêk li dijî vîna gelê kurd darbe pêk anîn. Mirovên kedkar kirin mohtacê pariyek nan. 24ê Tîrmehê encama polîtîkayên li dijî gelê Kurd e. Şerê li dijî kurdan sedema hebûna AKPyê ye.
“Hemû mafên kurdan qedexe kirin”
"Me berê jî got di şer de kes bi ser nakeve. Pirsgirêk bi şer çareser nabe. Bi şer mirov û welat dê winda bikin. Lê îqtîdarê guh neda û dijminantiya kurdan kir. kurd kirin civaka li welatî ku hemû mafê wî hatine qedexekirin.
"Karker rastî êrîşê hatin. Polîsan ji karkeran re gotin 'Em nikarin we biparêzin’ û karker derxistin dervê bajar. Tişta ji bo karkeran talûke polîtîkayên îqtîdarê ye. Gelê me ne bi tenê ye. Ji 24ê Tîrmeha 2015an heta niha plana têkçûnê di meriyetê de ye. Em li vir in û em li ser piyan in. Em dê li vîna xwe û nasnaeya xwe xwedî derkevin. “Gelê me li dijî zilmê têdikoşe. Polîtîkaya AKPê dixwaze li Rojhilata Navîn di qada siyasî, diplomasî û çandê de cîhanek bê kurd ava bike. AKP bi polîtîkaya Plana Hilweşandinê dixwaze kurdan li çar aliyan tune bike. Li Bakur û Rojhilatê Sûriye, Li Başûrê Kurdistanê operasyonên leşkerî dane destpêkirin. Di êrîşên li derveyî sînor herî zêde sivîl tên kuştin. Di encama van operasyonên dersînor ên leşkerî de bi dehan jin, zarok û welatiyan can dane.
“85 welatî bi SIHAyan hatin kuştin”
“Li gorî rapora navneteweyî ji sala 2015an heta niha jetên tirkan, di encama bombebarana SIHAyan de li Kurdistana Iraqê herî kêm 85 welatiyên sivîl jiyana xwe ji dest dane. Zêdeyî 95 welatiyên sivîl di encama êrîşan de birîndar bûn. Ji 85 kesên hatin kuştin tenê, 15 kes di 6 mehên dawî de hatin kuştin.
'Her roj mêr jinan dikujin’
"Her roj mêr jinan dikujin. Îqtîdar û dewlet bi gotin û pratîka xwe rê li pêş van kuştinên jinan vedikin. Herî dawî Pinar Gultekin qetilkirin. Her ku diçe hêrsa me mezin dibe. Yên li dijî vê yekê derdikevin rastî tundiya dewletê tên. Ez li vir sersaxiyê li malbata Pinar Gultekinê dikim. Jin li her derê rastî tundiyê tên. Mixabin em di nava partiya xwe de jî li dijî tundiya mêran têdikoşin. Tundî li ku dibe bila bibe em ê li dijî wê têbikoşin. Herî dawî HDP jî bi tundiyê bû rojev. Lê em tundiyê teşîr dikin. Em, ango HDP ku bi meclîsên jinan, hevserokatiyê û wekheviyê têdikoşin, em li her derê li dijî tundiya mêran in. Em her tim li dijî tundiyê rawestiyan û em ê ji niha û şûnde jî li dijî vê tundiyê rawestin. Em ser tu tundiyê nagirin. Dema meseleya Tuma Çelîk hat ber destê me, me gotina jinê esas girt. Em li cem jinê rawestiyan.
Li ser vî esasî me Tuma Çelik sewqî Lijneya Dîsîplênê kir û Lijneyê Çelîk îxrac kir. Têkoşîna me ya li dijî tundiyê dê her tim bidome." (FD)
Çavkanî: Ajansa Mezopotamya