Fotograf: Osman Akça – Muğla/AA
Ji bo nûçeya tirkî / ingilîzî bitikîne
Cemil Metin A. gumanbarê kuştina Pinar Gultekînê hatiye girtin. Gultekîn, xwendekara zanîngehê li Ula, navçeya Mûglayê 5 roj berê winda bûbû û cesedê wê li daristanê hatibû dîtin.
Cemal Metin A. bi tohmeta ku Gultekîn kuştiye hatibû desteserkirin û li xwe mikur hatibû. Piştî îfadeya wî ya li qereqola cendermeyan, ew birine edliyeyê. Dema ew birine edliyeyê cendermeyan tedbîrên ewlehiyê li derûdorê standine.
Cemil Metin A. bi sûcê ku “bi hovîtî mirovek kuştiye” hatiye girtin.
Çi bûbû?
Pinar Gultekîna ku nişteciha Taxa Akyakayê ya Ulayê, navçeya Mûglayê 16ê Tîrmehê ji mala xwe derketiye. Pinar Gultekîn bi rêya telefonê bi Sibel Gultekîn, xwuşka xwe ya li Stenbolê re axivî ye. Lê piştî wê agahî jê nestendiye.
Sibel Gultekîn ji jiyana xwuşka xwe ketiye gumanê û bi dêya xwe Şefika Gultekînê re çûye Mûglayê. Çûne Fermandariya Qereqola Akyayakayê û gotine ku Pinar Gultekîn winda ye. Piştî serî li qereqolê dane cendermeyan dest bi lêgerînê kiriye. (EKN/FD)