Gumanbarê ku li Enqereyê bi çekê kûçikek kuştibû, hat girtin
Dîmenên kameraya ewlehiyê nîşan didin ku gumanbar heft gule li holika kûçik reşandiye.
Li Enqereyê gumanbarê ku bi çekê kûçikek kuşt duh (25ê Tebaxê) hate girtin.
Li gorî nûçeya Ajansa Anadoluyê, li Herêma Pîşesaziya Organîze ya Îvedîkê ya li navçeya Yenîmahalleyê kuçikên ku di du dikanan de dijîyan pê hev girtin.
Piştî vê yekê, yek ji xwediyê dikanan L.S., heft gule li kûçikê cîranê xwe reşaand û ew kuşt.
Li gorî Qanûna Parastina Ajalan a bi Hejmar 5199, her kesê ku bi zanebûn ajalek bikuje, ji şeş mehan heta çar salan bi cezayê girtîgehê tê cezakirin.
Gumanbarê ji aliyê polîsan ve hate desteserkirin û dadgehê biryara girtina wî da.
Dîmenên kameraya ewlehiyê nîşan didin ku gumanbar heft gule li holika kûçik reşandiye.
(TY/AY)
Hak odaklı, çok sesli, bağımsız gazeteciliği güçlendirmek için bianet desteğinizi bekliyor.