Ji bo nûçeya tirkî / ingilîzî bitikîne
Gumanbarê doza êrîşa li ser navçeya Reyhanliyê ya Hatayê Yûsûf Nazîk hatiye desteser kirin ku firar bû.
Ajansa Anadolûyê (AA) ragihandiye ku “Nazik di encama operasyona Rêxistina Istixbaratê ya Milî (MİT) de li bajarê Lazqiyê ya Sûriyeyê hatiye zevtkirin û ew anîne Tirkiyeyê.”
11ê Gulana 2013ê li navçeya Reyhanliyê ya Hatayê du wesayitên bombebarkirî hatibûn teqandin. Di encamê de 52 kes hatibûn kuştin, 155 kes birîndar bûbûn. Piştî teqînê doz hatibû vekirin û 33 kes di vê dozê de dihatin dadgehkirin. Dadgehkirin 23yê Sibata 2018ê temam bûbû. 9em Dadgeha Cezayê Giran a Stenbolê her yek ji wan bi 53 sal cezayê heta hetayê yê girankirî û 4 hezar û 32 sal cezayê girtîgehê ceza kiribûn.
Dosyaya heşt kesên firar hatibû veqetandin ku Mirhaç Ûral jî di nava wan de bû. Yek ji vam bersûcan îro (12yê Îlona 2018ê) hatiye desteserkirin. (AS/FD)