Ji bo nûçeya tirkî / Ingilîzî bitikîne
Nêzîkî du salan e ku Gultan Kişanak di girtîgehê de ye. Wê li girtîgehê, li ser berxwedana jinan kitêbek nivîsîye.
IMPNewsê bi rêya nameyan bi Kişanakê re hevpeyvînek kiriye. Kişanakê diyar kiriye ku wê bi name-şandinê bi şaredarên berê yên jin re hevpeyvîn kirine û kitêbek nivîsîye.
Bixwîne - Siyasetmedarên jin ên girtî ji bo Efrînê dest bi greva birçîbûnê kirin
Kişanakê diyar kiriye ku wê bi wan jinên sîyasetmedar re hevpeyvîn kiriye ku ew li ser şopa HEPê(Partiya Kedê ya Gelî) ne.
Koşanak di dema hikûmetên 23. û 24. de wekîlî kiriye. Ew dema hevseroka Şaredariya Mezin a Diyarbekirê bû, digel hevşaredarê Firat Anli 30ê Çiriya Paşiyê ya 2016ê hatibû girtin. Ew bi “endambûna rêxistina terorî” tê sûcdarkirin.
(ÇT/MB)