Fotograf: HDP
Ji bo nûçeya tirkî / ingilîzî bitikîne
Gultan Kişanak, Hevşaredara berê ya Bajarê Mezin a Amedê hêjayî “Xelata Rûmetê ya 2021an a Clara Zetkînê” dîtine. Xelatê li Almanyayê ji sala 2007an û vir ve belav didin.
Meclîsa Jinan a Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) biryara dana xelatê li ser hesabê xwe yê medyaya civakî aşkere kiriye û wiha gotiye: “Xelata Rûmetê ya 2021an a Clara Zetkînê dane Dildar Gultan Kişanakê. Em wê pîroz dikin. Li derve li hundir bi piştgirtina jinan em ê bi hev re têkoşîna xwe ya li dijî sîstema desthilatdariyê ya mêran dewam bikin.”
Derbarê Xelata Clara Zektînê de
Partiya Çep a Almanan (Die Linke) bi armanca ku têkoşînê ji bo jinparêziyê dike Xelata Clara Zetkînê dide “kesên ji jinan re dibin mînak.”
Clara Zetkîn ew kes e ku Roja Jinên Kedkar a Cîhanî bi fikra wê pêş ketiye û jiyana xwe di têkoşîna mafên jinan de borandiye. Xelata li ser navê wê ji 2007an û vir ve du salan carekê didin.
Bi vê xelatê armanc dikin ku hêla polîtîk a 8ê Adarê Roja Jinên Kedkar a Cîhanî careke din bixin rojeva ciakê.
Xelat di sala 2017an de dabûn Feleknas Uca, parlamentera wê demê ya Partiya Aştî û Demokrasiyê (Niha parlamentera HDPyê ye). Di sala 2013an de jî dabûn Bilkan Oney, Wezîra Entegrasyonê ya eyaleta Baten-Württemberga Almanyayê. (RT/FD)