Ji bo nûçeya Tirkî bitikîne
Akademisyen Nûriye Gulmen ku 217 rojin di greva birçûbûnê de ye ji beşa nexweşiyên giran a Nexweşxaneya Nûmûneyê derxistin û careke din ew birin beşa girtiyên nexweş.
Derbarê bûyerê de Buroya Hiqûqê ya Gelan li ser hesabê xwe yê medyaya civakî daxuyaniyek belav kir û diyar kir ku Gulmen şeva 9ê Çiriya Pêşiyê hatiye şandin.
Nûriye Gulmen di 26ê Îlonê de rakiribûn beşa nexweşiyên giran a nexweşxaneyê. Dersdêr Semîh Ozakça yê di greva birçîbûnê de ye, hîna li beşa girtiyên nexweş e.
Ağbaba: Taveroj nîne, şev û rojê ji hev dernaxe
Veli Ağbaba Parlamenterê Partiya Gel a Komarî (CHP) yê Malatyayê û endamê Komisyona Lêkolîna Mafên Mirovan ê Meclîsê li gel Şenal Sarihan û Necatî Yilmaz parlamenterên Enqereyê xwest ku li Nexweşxaneya Numuneyê serdana Gulmenê bike.
Lê tenê destûr ji bo Ağbabayî hat dayîn.
Ağbabayî piştî serdanê daxuyaniyek da û wiha got:
“Bi qasî nîv saetê me hev dît. Nûriye vî tiştî dibêje: ‘Desteserkirina min, girtina min bêhiqûqî ye û her wiha girtina min a li nexweşxaneyê jî bêhiqûqî ye. Lewre ez ne nexweş im. Digel ku ez ne nexweş im li vir têm girtin.’ Diyar kir ku ti pirsgirêka wê derbarê xebatkarên nexweşxaneyê de nîne”.
Veli Ağbaba got, wan bang li hikûmetê kiriye ku dawiyê li vê bêhiqûqiyê bînin û wan daxwaz kiriye ku her du dersdêran vegerînin ser karên wan.
Polîsan piştî daxuyaniyê mudaxele li wan kesan û malbatan kir ku dixwestin biaxivin. Di encama mudaxeleyê de Beyza Gülmen, Acun Karadağ, Celil Aslan, Perihan Pulat û Şükriye Ercan hatin desteserkirin. (As/FD)