Fotograf: Ajansa Mezopotamyayê
Ji bo nûçeya tirkî / ingilîzî bitikîne
Meclîsa Jinan a Dêrsimê ya Partiya Demokratîk a Gelan(HDP) bi boneya roja 500emîn a windakirina Gulistan Dokû, xwendekara Zanîngeha Mûnzûrê li ser pira Dînarê daxuyanî daye. Gulîstan Dokû cara dawî li ser wê pêrê hatibû dîtin.
Di daxuyaniyê de Nûrşat Yeşîl, Hevseroka Bajarê Dêrsimê a HDPê diyar kiriye ku polîsên ku ji nêz ve wan dişopîne 500 roj in nekarin Dokûyê bibîne û weha gotiye:
"Ev bajarekî biçûk ê 35 hezar kesî ye ku serê her kesî nêzî polîsek dikeve, her dera bajêr bi kamerayan tê şopandin. Piştî Gulistan wenda bû lêpirsînek li gorî qeîdeyan nehate kirin."
"Ew 500-1000 roj jî derbas bibe, em ê pirsa 'Gulistan Dokû li ku ye? her bikin. Em ê têkoşîna xwe bidomînin da ku Gulistanên din bi heman rewşê re rûbirû nemînin. Barê vê jî wê her tim li ser milê me be. Em ê dev ji pirsandinê bernedin."
Jinan piştî daxuyaniyê li ser Pira Dînarê balonên rengîn firandine.
(EMK/AY)