Fotograf: Duygu Yilmaz
Ji bo nûçeya tirkî bitikîne
Li Stenbolê 1ê Gulanê Cejna Karkeran ji ber ku Taksîm ji bo pîrozbahiyê hatiye qedexekirin îsal jî li qada mîtîngê ya Maltepeyê tê pîrozkirin.
Bi deh hezaran karker û kedkar ji çar aliyê Stenbolê ji bo pîrozbahiyên ku saet di 11:00an de destpê dike di saetên serê sibê de berbi Maltepeyê ve herikîn.
Du deriyên cuda yên qada pîrozbahiyê hene. DÎSK, TMMOB, CHP, partiyên pêkhateya Yekîtiya Hêzê ya Sosyalîst ên li ber Otela Maltepe Cevahîr kom bûn, ji vir ber bi qadê ve dimeşin.
Pêkhateyên Tifaqa Ked û Azadiyê, TÎP, KESK, TTB, TDB û partiyên siyasî li Îdeal Tepeyê hatin cem hev. Bi hezaran karker û kedkar ên li vir kom bûn, beriya hilbijartinên 14ê Gulanê ji hikûmetê re peyama “Em ê faşîzmê têk bibin” şandin.
Kadkarên ku li qada kombûnê dirûşmên "Bijî 1 Gulan, Yaşasın 1 Mayıs" berz dikin, li ber awazên ku lê dixin govendê digerînin. Di korteja ku pêkhateyên Tifaqa Ked û Azadiyê pêşengiya wê dike de bi hezaran kesan dest bi meşê kirin. Di meşê de dengên "Ji bo guhertina pergala 20 salan em li qadan in, em ê bi hev re vê pergala paşverû biguherînin" bilind dibe.
Herî kêm 10 kes hatin desteserkirin
Pankartên Îbrahîm Kaypakkaya ku endamên Partîzan û Kaldiraçê hilgirtine polîsan destûr nedane bixin qadê. Dema girseyê xwest bikeve nava qadê polîsan mudaxale kir. Polîsan herî kêm 10 kes desteserkirin û li wesayîtê xistin. Polîsan bi gazê mudaxaleyî girseyê kir.
Polîsan li cihê lêgerînê dest danîn ser rojname û pankartan û gotin ku ewê destûr nedin pankart û rojnameyan bixin qadê. Bi taybetî jî destûr nedan wan pankartên ku dirûşmên têkildarî jinan û LGBTIQ+ li ser nivîsandiye ku weke "sûc" nirxandine.
Piroglû: Wê ev zordestî bi dawî bibe
Parlamenterê HDPê yê Stenbolê Musa Pîroglû bertek nîşanî dorpêçkirina li pêş qadê ye da û ji polîsan re got, "Ev nîşaneya têkçûyîna we ye. Ev nîşaneya nemana we ye."
Alana girerken . Bu zorbalık bitecek.#1Mayıs pic.twitter.com/l9AWaEUByY
— Musa Piroğlu (@musaproglu) May 1, 2023
“Hilbijartina vê carê di navbera zilm û azadiyê de ye”
Di mîtîngê de Seroka Giştî ya DÎSKê Arzu Çerkezoglûyê axivî û diyar kir ku hikûmeta AKPê 20 sal in wêraniyeke mezin pêk aniye. Çerkezoglûyê bal kişand ser 14ê Gulanê û wiha got: "Îsal em ê di navbera zilm û azadiyê de hilbijartinê bikin û em ê ji vê pergala xerab rizgar bibin."
“Ked ya me ye pêşeroj ya me ye”
Hevseroka Giştî ya KESKê Şukran Kablan Yeşîlê diyar kir ku bi sed hezaran karker li qadan dirûşma "Ked ya me ye, pêşeroj ya me ye" berz dikin û got, "Em di 1ê Gulanê de daketin qadan û me soza guhertina vê hikûmetê da. Em weke jin, ciwan û yên ku keda wan tune tê hesibandin, em ê vê desthilatê, bişînin."
“Guhertin di destê me ye”
Seroka Konseya Navendî ya TTBê Şebnem Korur Fincanciyê jî got, "Em bi biryar in, em ê bi hev re biguherînin. Guhertin di destê me de ye. Êdî dema têkoşîna li dijî kesên ku xwezaya me, ked û mafên me tine dikin hatiye. Em soz didin, em ê biguherînin."
Piştî axaftinan mitîng bi muzîkê dewam kir û piştre bername bi dawî bû.
(RT/NT/AY)