Ji bo nûçeya tirkî bitikîne
Greenpeace–ê ji bo 8ê Hezîranê Roja Okyanûsan a Cîhanî, kampanyayek ji bo parastina okyanûsan daye dest pêkirin. Greenpeace–ê bi vê kampanyayê armanc dike ku li Neteweyên Yekgirtî (NY) Peymana Okyanûsan a Kureyî bê amadekirin. Navê kampanyayê “Okyanûsên me biparêze”.
Greenpeace–ê di daxuyaniya xwe de behsa pêşîgirtina gemara li okyanûsan û pêşniyarên ji bo çareseriyê kiriye û wiha gotiye:
“Her ji du bêhna ku em distînin yek bi saya okyanûsan e. Lê di ti dema dîrokê de xetereyeke mezin li ser wan çênebûye ku di encama guherîna iqlîmê, seydvaniya zêde, madenkariya behran, xebatên lêgerîn û derxistina petrolê û gemara plastîk de derdikeve holê.
“Ya xirabtir jî ev e ku beşeke mezin ji okyanûsan nayên parastin û ji bo istismarê re vekirî ne. Zanyar dibêjin ku ji bo jîngeha li beyaran biparêzin û bandora guhertinên îqliman kêm bikin divê heta sala 2030ê herî hindik yek ji sêyên okyanûsan bên parastin.
“Ji bo vê, fersendeke mezin li pêşiya me heye: Peymana Okyanûsan a Kureyî ya Neteweyên Yekgirtî. Dibe ku ev peymana tê payîn heta sala 2020ê biqede ji bo parastina yek ji sêyê okyanûsan deriyekî li ber me veke.” (EMK/FD)