Ji bo nûçeya tirkî bitikîne
Piraniya mîkroplastîkên ku ji zikê masîyan hatiye derêxistin plastîkên ji alavên yek carê têne bikaranîn in.
Greenpeaceyê kampanyaya “bila alavên plastîk ên ji bo carekê têne bikaranîn bêne qedexekirin daye dest pê kirin. Ji bo rapora "Qirêja mîkrobîk a li laşê giyanewerên avî" analîza laşê 243 masîyan, 32 karîdes û 317 mîdyeyan hatiye kirin. Mîkroplastîk di 44 ji sedî yê masîyên ku analîza laşê wan hatî kirin de hatiye dîtin.
Berpirsê projeya Greenpeace-Behra Spî, Nihan Temiz Atasî got:Piraniya wan mîkroklastîkên ku li laşê masîyan hatiye dîtin plastîkên bi tîpa polîmer in ku di hilberîna alavên yekcarane têne bikaranîn.
"Ji bo çareserkirina vê pirsgirêkê tenê yek rê heye, divê em çanda xwe ya bikarînana alavan biguherînin. Di qonaxa yekem de, divê alavên li YEyê (Yekîtîya Ewropayê) qedexe ye li Tirkiyeyê qedexe be."
(AO/MB)