Vîdeo: Sînem Sakaoglû
Ji bo nûçeya tirkî / ingilîzî bitikîne
Li gor nûçeyên bianetê di navbera 1ê Kanûna Paşiyê û 31ê Kanûna Pêşiyê ya 2020an de, ji rojnameyên herêmî û neteweyî, ji malper û ajansan berhev kirîn, mêran di sala 2020an de herî kêm 284 jin kuştine.
Dema ew bûyerên ku salên borî pêk hatine û çapemeniyê di sala 2020an de weşandine jî lê zêde bikin, mêran 305 jin kuştine.
Bixwîne - Raporên tundkariya mêran
Di heman salê de pitik jî di nav de 26 zarok kuştine, tecawiz li 96 jinan kirine. Mêran bi zorê karê seksê li 818 jinan daye kirin. Tacîz li 147 jinan kiriye, istismara cinsî li 265 zarokan kiriye.
Mêran di heman salê de ya kêm tundkarî li 729 jinan kirine, trans jî di nav de çapemeniyê ji bo mirina herî kêm 255 jinan nivîsandiye ku “biguman” e.
Ege Oztokatê agahiyên li medyayê berhev kirine, Evrim Kepenekê edîtoriya wê kiriye. Yagmur Karagozê înfografîk, Sinem Sakaogluyê vîdeo amade kiriye.
Di vîdeoyê de rojnameger Mûrat Ûtkûyî metna bi tirkî û ingilîzî, Mîrza Metînî jî metna bi kurdî xwendiye.
(EMK/AY-FD)