Ev demek bû ku li Wanê weke gelek xwînerên Rênas Jiyan ez jî bi kelecanî li benda hatina wî ya li Eskîcî Kafeyê bûm.
Herî dawiyê li Amedê di sala 2018an de li Pirtûka Kurdî tev li bernameya wî ya îmzayê bûbûm. Ji xeynî Fuara Amedê piştî demeke dirêj, ez tev li gotûbêjeke helbestkarê Janyayê dibûm. Jixwe malûm e Janya ji roja derketî ve tesîrê li gelek kesan dike ku û bibin helbestvan jî. Meseleya bandora Janya ango Rênas Jiyan bi serê xwe mijareke ku mirov li ser rûne binivîse.
Lê ez di vê naveroka xwe de dixwazim behsa hatina Rênas Jiyan ya Wanê ya piştî 8 salên neşikandî û her wiha germahiya xwînerên wî yên exlebên wan ciwan bûn, bikim.
Xwînerên Rênas Jiyan

Ber bi saeta gotûbêja Rênas ve hêdî hêdî Eskîcî ciwan dihatin ji bo cih veqetînin. Lê jixwe hê bi rojan berê bi dehan kesan ji xwe re cih veqetandibû û gelek kesê hatî jî ji ber cih nebû li hewşa cafeyê li ser lingan gotûbêj gohdar kirin. Dema saet bû 14:00 êdî hundir tije bû û gotûbêjê destpê kir. Tişta ku bala min kişandî hema bêjin hemû xwînerên Rênas Jiyan ciwan bûn û exlebê helbestên wî bi taybetî Janya, pê re dixwendin.
Xwedîderketina li ziman
Ev yek bêguman ligel eleqeya li hember helbestên Rênas Jiyan min wek eleqeya li ser xwedîderketina zimanê xwe jî, dît. Ji ber kesê berhemên wek Çirûskîzm, Sitranên Sor, Niviştên Mor, Kavirên Anarşîst, Dîn û Şîn û hwd xwendibe jixwe temamê nivîskarî û helbestvaniya Rênas Jiyan a ku li dijî kolonyalizmê disekine ango asîmilasyonê çawa diveçirîne, dibîne.
Mideratorê gotûbêjê Ahmet Bayer bixwe jî ciwanekî ku bi helbest û berhemên Rênas Jiyan, dil û mejiyê wî tije bû. Hem pir bi kelecan bû hem jî bi pirsên xwe yên ku nîşan dida bê çawa berhemên Rênas Jiyan hem şopandine hem jî serê xwe bi wan ve êşandiye.
Di vê çerçoveyê de gotûbêjên bi vî rengî mirov dikare bêje ku hezkirina li zimanê xwe û hebûna xwe û her wiha hezkirina li wêje û xwendinê jî zêdetir dike.

Rênas Jiyan ji bo Rojîn Kabaîşê edelat xwest
Hê di destpêka gotûbêjê de Rênas Jiyan bal kişand ser bûyera Rojîn Kabaîşê û hest, fikr û daxwaza xwe ya edaleta ji bo Rojînê anî ziman. Piştre jî qala naveroka romana xwe ya nû ya bi navê Stêrk Dibişkivîn Li Zêrzewanê, kir.
Temaya gotûbêjê
Di gotûbêjê de bi taybetî temaya derketî mirov dikare bêje ku meseleya perwerdehiya bi zimanê zikmakî, xwendin, nivîsandin û meseleya standartbûna zimanê kurdî bû. Yek ji mijara di pirs û bersivan de derketî holê jî pêvajoya aştiyê bû.
Bi kurt û kurmancî ciwanên Wanê bi xwedîderketineke germ, têr û tije li nivîskar û helbestvanê xwe Rênas Jiyan derketin.

(WT/AY)





