Ji bo nûçeya tirkî bitikîne
Cîgira Serokê Koma HDPyê (Partîya Demokrtîk a Gelan) Fatma Kurtulan piştgirî daye Selahattîn Demîrtaş û Sirri Sureyya Onderê ku bi sûncdarkirina “propagandaya sazîyan” cezayê hepsê standine.
Cîgira Serokê Koma HDPyê (Partîya Demokrtîk a Gelan) Fatma Kurtulan di civîna çapemenîyê a li meclîsê axivîye. Wê bertek daye cezayê ku dadgehan daye Selahattîn Demîrtaş û Sirri Sureyya Onderî.
Dadgeha Cezayê Giran a 26. a Stenbolê, 7ê Îlonê roja înê bi sûncê “propagandaya sazîyan” 4 sal û 8 meh cezayê hepsê dabû Selahttîn Demîrtaş, 3 sal û 6 meh jî dabû Sirri Sureyya Onder.
“Gotinên wan gotinên me ne”
Li gor nûçeya Ajansa Mezopotmyayê Fatma Kurtulan li ser mijarê wiha gotiye:
“Axaftina ku ji ber wê ceza hatiye dayin, di sala 2013an de ye. Ew dem hîn teqabûlî destpêka pêvajoya aştîyê dike.
“Di vê pêvajoyê de 3 jinên sîyasetmedar li parîsê hatibûne qetilkirin. Û diyar e ku wê wextê AKPyî jî van cînayetan provoke dikin.
“Hevalên me jî diyar kirine ku ji bo dayîk êdî negirîn divê ev pêvajoya aştîyê bileztir bê kirin û ew her sê hevalên jin jî bi bîr anîne.
“Piştî vê bûyerê bi sê salan di derheqa hevalên me de fezleke tê amadekirin û cezayan didin wan.
“Beyana wan bi xwe jî ye; ‘bijî aştî, bijî azadî’.
“Em ê li hemberî cezayên ku didin hevalên me stûyê xwe netewînin, em ê bîat nekin.
“Gotinên wan gotinên me ne. Bijî aştî, bijî azadî.”
(EKN/VU/MB)
*Vahdet Uçarê ev nûçe ji zimanê tirkî ûwergerandiye zimanê kurdî