Fotograf: AA
Ji bo nûçeya tirkî bitikîne
Komeleya Mafên Mirovan (IHD) “Rapora Binpêkirina Mafan a 6 Mehên Pêşiyê ya 2021an a Herêma Rojhilat û Başûrê Rojhilatê Anatolyayê” weşandiye.
Di raporê de IHDyê gotiey ku di vê demê de binpêkirinên mafan roj bi roj zêde bûye û wiha dewam kiriye: “Bi taybet îşkence û kiryarên nebaş, zextên li dijî azadiya wxeîfadekirin û birêxistinkirinê, binpêkirinên li girtîgehan didomin, binpêkirinên ji ber grevên birçîbûnê, operasyonên leşkerî û tundkariya mêran û yên weke wan zêde bûne.”
Rapora 140 rûpel e ji sernavan pêk hatiye ku di encama serlêdanan, yên bianetê jî tê de nûçeyên di çapemeniyê de hatine weşandin û zanyariyên ji çavkaniyên herêmî de hatine berhevkirin amade bûye.
Di raporê de behsa rewşa penaberên Afganistanê hatiye kirin û IHDyê gotiye ku “Bi hatina penaberên afgan re li welat gotin û êrîşên nîjadperest û cidakar zêdetir bûne?”
Di 6 mehan de 33 xwepêşandan qedexe bûne
Di raporê de behsa van zanyariyan kirine:
- 6 mehên pêşiyê yên sala 2021an di şer û pevçûnan de 29 kes ji hêzên asayişê mirine û 17 jî birîndar bûne. 129 milîtanên rêxistinê mirine herî hindik 2 milîtan jî birîndar bûne.
- Li Garêyê, li nav sînorê Herêma Kurdistanê bi piştgiriya hêzên asmanî operasyoneke leşkerî pêk hatiye. Di dema vê operasyonê de 12 kes ji hêzên asayişê yên di destê milîtanên PKKyê de û welatiyetî Iraqê mirine.
- Di dema serdegirtina malan de, li kolanan, li girtîgehan îşkence û kiryarên nebaş li herî hindik 147 kesan bûye.
- Kesên ku xwe weke endamên hêza asayişê dane nasîn 7 kes desteser kirine, ji desteserkiriyan xwestine sîxurtiyê ji bo wan bikin û bi şêweyên cuda cuda gef li 5 kesan hatiye xwarin.
- Herî hindik 67 girtiyên siyasî, bêyî ku ti sedemekê nîşan bidin an jî ji ber helwestên wan ên siyasî sirgunî girtîgehên dûrî malbatên wan kirine.
- Rêveberiyên girtîgehan di dema neqilkirinê an jî li girtîgehê îşkence û kiryarên nebaş li 50 girtiyên siyasî kirine.
- Li hin bajaran civîn û xwenîşandan ji bo demeke nediyar, li hin bajaran jî ji bo 15 rojan an jî mehekê qedexe kirine. Di 6 mehên pêşiyê yên sala 2021an de 33 saran biryara qedexeya çalakiyan hatiye dayîn.
Ji bo tevahiya raporê bitikîne
(AS/FD)