Ji bo nûçeya Tirkî / İngilîzî bitikîne
Li ser daxwaza karmend Derya Bozovaliyê 8emîn Dadweriya Cezayan a Sulhê ya Stenbolê 11 navnîşanên URLyê yên nûçeyan asteng kirin.
Daxwaz bi rêya parêzerê Bozovaliyê bi hinceta ku “mafên kesayetiya wê hatiye binpêkirin”, 2yê Adarê ji 8emîn Dadweriya Cezayan a Sulhê ya Stenbolê re hatiye kirin.
11 URL hatine astengkirin
Dadweriyê 5ê Adarê biryar girtiye ku navnîşanên URLyê yên nûçeyan bên astengkirin. Li gorî vê biryarê nûçeya di malpera bianet, YouTube, Magazin Dünyası Haberleri, Magazin Haberleri, Patronlar Dünyası, TürkTime, Medyatava, Oda Tv û Hürriyetê de hatine weşandin wê bên astengkirin.
Nûçeyên navborî derbarê wê nûçeyê de hatine çêkirin ku 14yê Adarê ya 2017yê ji rojnameya Hurriyetê Sadî Ozdemîr hevpeyvînek bi karmend Derya Bozovaliyê re çêkiriye. Li ser bertekên derbarê nûçeyê de, Nûnerê Xwendeyan ê Hurriyetê Farûk Bîldîrîcî bi Ozdemîr û Bozovaliyê re axivî ye û derbarê van hevdîtinan de gotarek nivîsandiye.
Dadgehê ev nivîs jî asteng kiriye ku Bîldîrîcî di vê nivîsa xwe de dibêje ku hin agahiyên Bozovali yên derbarê xwe de didin ne rast in û hin ji wan jî mijara nîqaşê ne.
Halûk Kalafat Hevberpirsê Weşanê yê Giştî yê bianetê nivîsa Bîldîrîciyî di gotara xwe de nirxandibû ku navê nivîsê "Çi têkilî di navbera bawerkirina her tiştên ki du hevpeyvînê de tên gotin û Nexweşxaneyên Bajêr de heye?".
Gotara navborî ya li bianetê, heta07.03.2018yê saet 16.20 deqîqeyan jî vekirî bû. (EA/FD)