Fotograf: Luca Sammarco / Pexels
Ji bo nûçeya tirkî bitikîne
Şîrketa Reklamgerî û Bazarkirinê ya Google serî li Saziya Parastina Zanyariyên Şexsî (KVKK) da û xwest destûrê bide wan da ku bikaribe zanyarî û daneyên derbarê welatiyan de bişîne ji derveyî Tirkiyeyê.
Li gorî zanyariya ku KVKKyê li ser malpera xwe ya fermî weşandiye, Google serî li saziyê daye û daxwaza vî tiştî kiriye.
Saziyê jî daxwaza Google li gorî benda byê ya paragrafa 2yem a xala 9an a Qanûna Parastina Zanyariyên Şexsî ya hejmara 6698an nirxand û destûr da Google.
Di metna ragihandinê de KVKKyê diyar kir ku “Ji bo serlêdana navborî, Saziyê destûr da ku ji welatê me daneyên şexsî bişînin Google LLC ya li DYAyê niştecih e û Google Ireland Limited ali Irlandayê niştecih e.”
Her weha saziyê destnîşan kir ku beriya niha jî ji bo şeş şîrketên din destûra birina daneyan hatiye dayîn û Google bûye ya 7an. (HA/FD)