Fotograf: Pixabay
Ji bo nûçeya tirkî bitikîne
Googleyê, bi armanca rawestandina belavbûna zanyariyên şaş di platformên wan de û bi sînor kirina dahatên înkarkerên guherîna îklîmê wê reklamên ku guherîna îklîmê înkar dike, rabike.
Li gorî daxuyaniya ku ji aliye şîrketê ve hatiye kirin, polîtîkaya nû wê ji bo YouTubeyê jî derbasdar be ku hefteya bihurî qedexeya berfireh a li ser agahiyên şaş ên li ser derzîkirinê ragihandibû.
Googleyê, li dijî reklamên dîjîtal ên ku piştevaniyê ji agahîyên şaş yên derbarê guherîna îklîmê de dike an go naverokên bi vî rengî ji bo pereyan bi kar tînin, bergiriyê digire.
Li gorî nûçeya AAyê Google dê ji bo weşanger û kesên naveroka ji bo YouTubeyê çêdike di meha Çiriya Paşiyê de ji bo kesên reklaman didin jî di meha Kanûna Paşiyê de wê polîtîkaya nû pêkbîne. Ji bo vê jî dê him amûrên otomatîk û him jî pisporên lêkolînê bikarbîne.
(TP/AY)