Xizmetên Google li hin welatan bi qasî 1.5 demjimêran rastî pirsgirêkên gihîştinê hatin û pirsgirêk bi taybetî li Başûrê Rojhilatê Ewropayê hat hîskirin.
Google û xizmetên pê ve girêdayî (Gmail, YouTube, Spotify, û hwd.) dikarin bi rêya VPNê bên bikaranîn.
Sedema pirsgirêka gihîştinê hîn nehatiye diyarkirin.
Li gorî Ajansa Anadoluyê, welatên ku pirsgirêkên gihîştina wan a Google hene ev in: Tirkiye, Bulgaristan, Yewnanistan, Gurcistan, Hirvatistan, Serbistan, Romanya, Ermenistan, Hollanda û Almanya.
Cîgirê Wezîrê Veguhastin û Binesaziyê Omer Fatih Sayan li ser medyaya civakî daxuyanî da û weha got:
"Navenda me ya Midaxeleya Bûyerên Sîber a Neteweyî (@trcert) ji bi sedema têk çûnê ji Googleê raporek teknîkî xwest. Em pêvajoyê ji nêz ve dişopînin.”
(ŞM/TY/AY)
