Ji bo nûçeya tirkî bitikîne
Google-ê bi îdiaya ku di dema protesyonên Hong Kongê de dezenformasyonê dikin, 210 kanalên Youtube-ê girtiye.
Li gorî nûçeya BBC tirkî yê, Google-ê gotiye kesên kanalên Youtube-ê bi rê ve dibin, navendên xwe yên xebatê vedişêrin.
Beriya Google-ê Facebook û Twitterê jî heman biryar standibûn. Twitterê 963 hesab jê biribû, nêzîkî 200 hezar hesab jî ji bo demekê girtibû. Facebookê jê 7 rûpel, 3 kom û 5 hesab girtibû.
Çi bûbû
Li Honkongê yasaya şandina sûcdar û bersûcan hatiye guhertin. Li gor yasaya nû bi awayekê hêsanî sûcdar û bersûc dê bikare ji bo rêvebiriya tayvan û Çînê bêne şandin.
Bi hezaran kesan ev yasa protesto kiribû û hikûmetê 15ê Hezîranê yasa sekinandibû lê betal nekiribû. Xwenîşander dixwazin yasa bê betalkirin. (EMK/FD)