Fotograf: Emre Orman / Twitter
Ji bo nûçeya tirkî bitikîne
Bicihanîna cezayê Gokhan Yildirimê ku rojiya mirinê digirt, hatiye sekinandin. Biroya Hiqûqê ya Gelî duh bi şev daxuyaniyek weşandiye û gotiye ku "Ji bo miwekilê me Gokhan Yildirimî biryar hatiye dayîn ku cezayê wî neyê bicihkirin. Çav li rê ye ku Gokhan Yildirim ji Nexweşxaneya Bajarî ya Tekîrdagê tehliye bibe."
Yildirimê ku 255. roj in rojiya mirinê digire, duh saetên êvarê tehliye bûye.
Dadgehê cezayê wî kêm nekiribû
Gokhan Yildirim 35 salî ye û li gorî hinceta biryara ku heyeta Dadgeha 22yê ya Cezayê Giran a Stenbolê aşkere kiriye, ew bi tohmeta "endamê rêxistinê ye, dest daniye ser wesayitên veguhastinê, bizanebûn birîndar kiriye, parêzbendiya xaniyan binpê kiriye, ziyan daye mal û milkan, gef xwariye, ziyan daye mal û milkên dewletê, çekên gulebar û guleyên bê destûr kirîne û li ser xwe gerandiye û li bal xwe girtiye, sextekarî de dokumanên fermî de kiriye."
"Ji ber ku gelek caran ceza lê hatiye birîn û aşkerekirina wan cezayan taloq bûye, di pêvajoya kontrolkirinê de dîsa sûc kiriye û ev jî şexsiyeta wî ya neyênî û raboriya wî nîşan didin, her weha di dosyayê de diyar bûye ku wî gelek sûc kirine û cezayên lê hatine birîn wê bandoreke neyênî li ser bike" cezayê wî nehatiye kêmkirin.
Bixwîne - "Birayê min 62 kîlo bû, niha daketiye 44an"
Yildirim niştecihê Taxa Gaziyê bû û di 13ê Îlona 2016ê de hatiye desteserkirin. Bi gotina wî, pêvajoya desteserkirin û girtina Yildirimî wiha pêk hatiye: "Di 13ê Îlona 2016ê de dema diçûm Esenyûrtê da ku îdaniya malbata xwe bikim, li Kolana Komarê ya Esenyûrtê polîsan ez sekinandim û bêyî ku tiştekî ji min re bibêjin, min ji wesayitê derxistin û li erdê pahn kirin û min xistin wesayiteke zirxkirî û ez birim Qereqola Kiraçê ya Esenyûrtê, li vir 2 saetan ez rawestandim û paşê ez birim Midûriyeta Emniyetê ya Vatanê, di van qonaxan de her gav gef li min xwarin û îşkence li min kirin, 20 rojan desteserkirî mam û her gav gel li min hatin xwarin. Piştî roja 3yê pirsgirêkê min ên tenduristiyê çêbûn..."
Her weha deyar kiribû ku berovajî tiştên di îdianameyê de hatine nivîsîn, ew neketiye greva birçîbûnê, 20 rojan her vereşiyaye, serê wî gêj bûye, ji ser hişê xwe çûye, zikê wî êşiyaye û ji ber wê jî wî nikarîbû xwarin bixwariya.
Yildirim tohmetên ku lê hatine barkirin jî qebûl nekiribû.
- Gokhan Yildirimê ku li Girtîgeha Tîpa Fyê ya Hejmara 1ê ya Tekîrdagê tê girtin ji 25ê Kanûna Pêşiyê ya 2021ê, Sîbel Balaça ku li Girtîgeha Sîlîvriyê tê girtin ji 19ê Kanûna Pêşiyê ya 2021ê û vir ve çalakiya greva birçîbûnê li dar dixin. Daxwaza wan a sereke, dadgehkirina adil e. Îlerî Kizilaltûnê ku li Girtîgeha Sîlîvriyê tê girtin jî di 15ê Tebaxê de bi heman armancê dest bi çalakiyê kiriye.
(AS/FD)