Ji bo nûçeya tirkî bitikîne
GOG, yekem kovara wêneromanî a bi Kurdî wê dest bi weşanê bike. Di kovarê de li gel Red Kit, Yakarî, Thorgal û Milo, karakterên bîyanî wê çîrokên Kurdî jî cîh bigirin. Îmam Cîcî, xêzekarê kovarê diyar kir, ev xeyala wî ya 25 salan e.
Kovarê navê xwe ji lîstikekî kevin a Kurdî girtiye. GOG bi giştî weke wêneroman hatiye amadekirin û wê bi zaraveyên Kurdî, kurmancî û zazakî weşanê bike. Cara yekem wê weke kovarekî dijîtal dest bi weşanê bike. Wêneroman, li ser navnîşana www.gog-weneroman.comê wê bi şêweyê online bi pere were belav kirin.
Ev proje weke karekî demdirêjî tê fikrandin. Ger têra xwe piştgiriyê bigire, wê bi çapa kaxiz pêşkeşî zarokan bikin. Ji bo ev proje were berdewamkirin li ser malpera alîkariyê ya bi navnîşana fongogo.com kampanya hatiye destpêkirin.
"Hemû tecrûbeyên min têkildarî zarokane"
Xêzekar Îmam Cîciyî derbarê projeye de bi bîanetê re axivî û got: “Hemû tecrûbeyên min têkildarî zarokan e. Her çiqas di kovarên mizahî û kovarên wêneromanan de bi xebitim jî, xebatên ku ji bo zarokan dikim zêdetir jê hez dikim."
Cîcîyî derbarê mijara zimanê wêneromanê de weha got:“ Ez xwe li dijî zimanê dayîkê deyndar hîs dikim” Cîciyî diyar kir, wêneroman, rêya eleqeya bi zarokan re ye.
Li gor Cîcî, “zarok ji xêzan hez dikin”. Cîcî bal kîşand ser hêsanîya famkirina wêneromanan û got, “Vegotineka birêzê ya wêneromanan heye. Resimên ku bi dû hevûdin ra dihên, yekî zimanê xwe yê dayîkê kêm dizane jî dikare bi hêsanî fam bike."
Cîcî got heta niha zarokên kurdan ji dêlva zimanê xwe rastî wênromanên tirkî hatine û hêvî dike ku wêneromanên kurdî bi zarokan bide hezkirin.
Cîcî wisa berdewam dike: “Heke ji van wêneromanan hez bikin, belkî rojekê rûnin û bixwe xêz bikin. Bi vî awayî wekî awayekî vegotinê wêneromana kurdî jî dê geş bibe. Ji loma ez vê yekê wekî pêngaveka giring dibinim.
Îmam Cîcî herweha got ku dê karakterên kurdî yên wêneromanan hebin û dîyar dike ku Dogan Guzel bi Qirix û Ender Ozkahraman bi “Çîrokê wê dere” dê cihê xwe bigirin.
Cîcî wisa dewam kir: “Yê min jî xelekeka min ya bi navê “Ev kî ye?” heye ku ez jîyana zanist û hunermendan bi zimanekî qerfî rave dikim. Ez dixwazim versîyona kurdî ya vê yekê çekim. Ne bi tenê hunermendên kurd, ez dê zanist û hunermendên cîhanê jî tev lê bikim û xelekeka weha çekim.”
Hatîye sêwirandin ku çîrokên kurdî yên berhevkirî jinûve bi resiman bihên vegotin. Xêzkar Cîcî dîyar kir ku dê nîvê kovarê karên bi telîfa Ewropayê û nêvî xebatên kurdî bin.
"Ez difikirim ku kovarê çap bikim"
Di ekîba kovarê da bi Dogan Guzel û Ender Ozkahramanî ra ji bo wergera kurdî ya karên bi telîfa Ewropayê Rêdûr Dîcle û Denîz Gunduz jî cih digirin. Cîcî, dibêje hin xêzkarên din jî hene ku dê destekê bidin.
Cîcî eşkere kir ku ew kovarê wekî karekî demdirêj difikire û dixwaze kovarê çap jî bike: “Ez dizanim ku li her malê înternet tune ye. Heger ez têra xwe destekê peyde bikim, ez difikirim ku kovarê çap bikim û bi ser da albûmên wêneromanan yên kurdî çap bikim.”
Cîcî bal kişand ser şert û mercên dijwar, “Şert dijwar in. Fişara li ser kurdî her wekî fişara salên 90î ye. Em zemanên xerab derbas dikin. Reng e şert neguherin. Hewce nake em li bende guherînê bimînin. Di van şertan da çi ji destê me bihê divê em bikin.
Cîcî, bifikar e ku ev xebat bi teşebiseka bazirganî bihê hesibandin. Cîcî di vî warî da da dibêje ku ev “xeyala min ya 25 salan e” û wisa bi dawî dike: “Gava di Pîneyê da dixebitîm û gava ku Pîne hat girtin, yekem gotina min ew bû ku pêwîst e em berê xwe bidin zarokan. Heke em zarokan bikişînin, em dê çandeka xêzevegotinê ava bikin ku di dahatûyê da berdewam bike. Ev destpêkek e, yên piştî me dê geş bikin û bidomînin. Ez dixwazim ku gelê me vê destpêkê destek bikin.
Derbarê Îmam Cîciyî de
Karîkatorîst û İllustratorê Kurd e. Di kovarên mizah û xêze roman yên weke Gırgır, Pişmiş Kelle, Pîne, Meme, Esmer, Ot, Otlak, (Yemek ve Kültür)Xwarin û Çand, Stem Maker, Super Penguen û Zrîng de kar kiriye. Di rojnameyên Azadiya Welat, Yeni Gundem û Ozgur polîtîkayê de weke karikatürist kar kiriye. Nêzîkî 20 salane di qadên îllustrasyonên pirtûkên zarokan de berhem dihîne. (AY/FD)