Ji bo nûçeya tirkî / ingilîzî bitikîne
Eylem Yucela ku ji Girtîgeha Jinan a Sîncanê name rê şandiye, di nameyê de gotiye, kovar û pirtûkên ew dikirin an jî ji derve ji wan re tên şandin nagihêjin ber destê wan, mektûbên wan sansur dikin, ew nameya ku ji parêzerê/a xwe re şandiye bixwe jî xwendine.
Yucelê di nameya xwe de diyar kiriye ku êdî destûrê nadin girtiyek ji bo girtiyeke din kelûpelan bikire, ew girtiyên li ser hesabê xwe ji hevaleke xwe re tiştekî bikire tên astengkirin û girtiyên pereyên wan nîne, nikarin nameyan jî bişînin:
“Heta miha Sibatê jî kesên di heman qawîşê de diman dikarîbûn li ser hesabên hevalên xwe pêdiviyên xwe bikirin, fatureyên elektrîkê bidin û nameyan bişînin. Lê ev asteng kirin. Kesa xwest li ser navê xwe li dewsa hevaleke xwe tiştekî bikire û ev nehate qebûlkirin daxwazname da lê daxwaznameya wê jî nehate qebûlkirin û ew kesa pereyên wê nîne, nikare nameyan jî bişîne.”
Girtî li girtîgehê ji bilî ped, kaxiz, pênûs, qedeh, sabûn, şampûan, binkiras, kelûpelên paqijiyê, pêdiviyên xwe yên şexsî û xwarina rojane, xurekan dikarin ji kantîna girtîgehê bi pereyên xwe bikirin.
Her weha fatûreya elektrîka qawişê jî ew didin û nameyan xwe jî bi pereyan dişînin.
Dema ji derve pere ji wan re tên şandin wî pereyî radizînin hesabên wan ên şexsî û ji bo pêdiviyên xwe bikirin karta hesabî didine wan.
“3 meh in ku qawîşan dezenfektan nakin”
Yucelê her weha gotiye, dest ji wan tedbîran berdane ku di destpêka pandimiyê de pêk dianînin:
“Di destpêka pêvajoya Covid-19ê de heftê carekê kawîş dezenfektan dikirin. Lê ev sê meh in dest ji vî karî berdane. Ji bo bergiriyên pandemiyê serê qawîşê mehê 500 lître sabûna lîkît û ava cilşoyan a kîmyewî belav dikin. Lê karmendên girtîgehê maskeyan bikar naynin û li gorî qaîdeyên mesayeyê tev nagerin. Pandemî jî bû weke sedema binpêkirina mafan. Ji ber ku di dema pandimeyê de hejmara karmendan kêm e, name û koliyan nadin, dereng didin…”
(AS/FD)