Ji bo nûçeya tirkî / ingilîzî bitikîne
Hin girtiyên ku li Girtîgeha Tîpa Tya Eregliya Konyayê ne 77 roj in li dijî binpêkirinên mafan di greva birçîbûnê de ne.
Li gorî nûçeya Ajansa Mezopotamyayê Girtiyên ji Girtîgeha Tîpa T a Ereglî ya Konyayê û girtîgehên cuda sirgûnî Girtîgeha Ewlekariya Bilind a Eregliyê hatine kirin, di 23ê Tebaxê de rastî lêgerîna tazî, lêgerîna nava dev hatine û li hucreyên yek kesî hatin bicihkirin.
Li girtiyên ku daxwaza lêgerînê qebûl nekirin mehek cezayê hevdîtina vekirî û mehek jî cezayê ragihandinê hate birîn. Hejmara girtiyên ewil anîn girtîgehê û xistin hucreyên yek kesî di 4 mehan de derketiye 40an. Girtiyên ku xistine hucreyên yek kesî û di saetên hewadariyê de jî hev nabînin û girtiyên edlî û endamên Cemaeta Gulan di heman beşe de tên ragirtin.
Girtiyên ku dixwazin şertên tecrîda girankirî bi dawî bibe, mafê hewadariyê were pêkanîn û derbasî qawişên sê kesî bibin, tevî ku hevdîtinên bi rêveberiya girtîgehê re kirin û daxwazname dan jî şertên wan nehatin baş kirin di 4’ê cotmehê de dest bi çalakiya greva birçîbûnê kirin. Girtiyên ku “poşmantî” li wan hate ferzkirin, li ser daxwazên wan nehatin qebûlkirin û zextên girtîgehê zêdebûn di 16’ê mijdarê de dest bi çalakiya greva birçîbûnê ya bêdem û bêdorveger kirin.
Girtiyên nexweş di hucreyên yek kesî de ne
Binpêkirinên mafan ên herî giran ên li girtîgehê li girtiyên nexweş tên kirin. Girtiyên ku dest û milên wan nîne, yên ku bi tena serê xwe pêdiviyên xwe yên bingehîn jî nikarin bi cih bînin, li hucreyên yek kesî tên ragirtin. Girtiyên ku bi malbatên xwe re hevdîtin kirin ragihandin ku girtiyên nexweş ên di hucreyên yek kesî de tên ragirtin bi nexweşiyên dil û yên din ên giran re rû bi rû ne û êdî nikarin bêhnê bistînin.
Zext zêde bûne
Parlamenterê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ê Şirnexê Huseyîn Kaçmaz ê di Komîsyona Mafên Mirovan de cih girtiye û rêxistinên mafên mirovan û hiqûqê serdana girtîgehê kirine û di serdanê de rêveberiya girtîgehê gotibû ku wê şert û mercan baş bikin. Girtîgeha ku şert û merc baş nekirin, zext zêdekirin. Girtiyan ev binpêkirinên mafan ji malbatên xwe re ragihandin pişt re hevdîtinên wan ên telefonê hatin birîn.
Malbatên girtiyan ên ji bo daxwazên girtiyên bên bicihanîn bang kirin, piştî ku rewşa tenduristiyê ya xizmên wan piştî hevdîtina dawî ya li girtîgehê xera bû, daxwaza hevdîtinê li midûrê girtîgehê û dozger kirin. Lê belê ev daxwaza malbatan bi gotina , " Midûr û dozger di hevdîtinê de ne " hat redkirin.(AS/AY)